HSD: 35 çekdar hatin kuştin

10 demjimêr berê
RÛDAW
tankên ku hatine îmhakirin /Wêne: SDF Press
tankên ku hatine îmhakirin /Wêne: SDF Press
Nîşan Meclisa Leşkerî ya Minbicê Bendava Tişrînê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Meclisa Leşkerî ya Minbicê ya ser bi Hêzên Sûriyeya Demokatîk (HSD) ve ragihand ku 35 çekdarên êrişkar hatin kuştin.

Komên çekdar nêzîkî du hefteyan êrişî Bendava Tişrînê û Pira Qerekozakê ya di bin kontrola HSDyê de dikin.

Li gorî medyaya nêzîkî HSDyê şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê êrişên dijwar çekdarên ser bi Tirkiyeyê ve ya li Bendava Tişrînê ya başûrê Kobanê têk bir.

Meclisa Leşkerî ya Minbicê bîlançoya şerê îro belav kir.

Şervanan li nêzîkî Bendava Tişrînê û deverên derdora wê bersiva êrişên komên çekdar ên êrişkar daye ku Tirkiye piştevaniya wan dike.

Di şer û pevçûnên îro de 35 çekdar hatine kuştin û bi dehan birîndar bûn.

Meclisa Leşkerî ya Minbicê her wiha da zanîn ku tankek û2 wesayîtên zirxî yên çekdaran hatin hedefgirtin û gelek cebilxane jî hatin bidestxistin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst