Nîqaşa Altan Tan û Sera Kadigîlê ya li ser 'sond'ê dijwar bû!

21-11-2023
RÛDAW
Nîşan Altan Tan Sera Kadigîl
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Siyasetmedarê Kurd Altan Tan nerazîbûn nîşanî parlamentera TÎPê Sera Kadigîlê da ku gotibû “çima sonda me ya neteweyî” hatiye rakirin.

Parlamentera Partiya Karkerên Tirkiyê (TÎP) Sera Kadigîla ku partiya wê li gel Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) tifaq kiribû, di hevdîtinên budceya sala 2024an a Wezareta Perwerdeyê ya Tirkiyeyê de li parlamentoyê ji ber rakirina sonda neteweyî ya li dibistanan rexne li Wezîrê Perwerdeyê yê Tirkiyeyê Yusuf Tekîn girtibûn.

Parlamenterê berê yê HDPyê Altan Tan li ser hesabê xwe yê medyaya civakî nerazîbûn nîşanî Kadigîlê da û got:

"Sera Kadigîl ku bi piştgiriya dengên Kurdan bû parlamentera TÎPê, rakirina 'andimiz'ê rexne kiriye.

Ez çi bibêjim! Bila kesên piştgiriya wan kir şerm bikin.”

Li ser medyaya civakî gelek kesan rexne li Altan Tan girtin û wan got:

“Dema Sera Kadigîl bi piştgiriya HDPyê bû parlamenter hûn jî parlamenterê HDPyê bûn.

Hûn jî wê demê yek ji berpirsên HDPyê bûn. Ji ber ku hûn niha ne di partiyê de ne hûn diaxivin.”

Hinek kesan jî rexneyên tund nivîsandin û heqaret li Tan kirin.

“Dema xwediyê kûçikê ku diewte hebe gule li kûçik nayên reşandin”

Altan Tan jî bi tundî bersiva wan kesan da û got, “Li gorî kevneşopiya Kurdan, dema xwediyê kûçikê ku diewte hebe gule li kûçik nayê reşandin.”

Tan li ser hesabê xwe yê medya civakî wiha nivîsiye:

“Tevî ku gelek caran ez we riswa dikim jî hûn derew û bêbextiyên xwe berdewam dikin.

Ji salên 2000-2002yan ve dema ez endamê Meclîsa Partiyê ya HDPyê bûm û ji sala 2011an ve dema bûm parlamenter ez dibêjim bi çek, tundî û terorê ti sûd nayê wergirtin.

Çek û têkoşîna demokratîk li kêleka hev nabin, ev siyaseta ku bi `Enqereya Kûr` re di nav hevahengiyê de ye û xizmeta hevdû dikin tenê xizmeta berdewamiya sîstema nedemokratîk a heyî dike?

Ji ber ku bi siyaseta xendekan piştî kuştina bi hezaran ciwanan ez nereviyam Ewropayê?

Ji ber ku ez qîriyam û min got, 'Radestbûna çepên Tirk ên marjînal ku di eslê xwe de Kemalîst in, xelet e?'

Ji bo ku di qirika min de pariyekî AK Partî, HDP, YNK û PDKyê nîne û min got, 'Siyaseta di 10 salên dawî de ya ku destkeftên Kurdan ên di 100 salên dawî de bi hezar zehmet û ked bi dest xistin wêran kir xelet e?'

Ji bo ku lingekî min ne li Qendîlê ye û yek ne li MÎTê ye? Ji bo ku ez ne ji wan kesan bûm ku zarokên gel şandin çiyê û yên xwe jî şandin leşkeriyê?”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst