Nasnameyên 5 gerîlayan hatin eşkerekirin

21-10-2024
RÛDAW
Nîşan HPG Gerîla Nasname
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Hêzên Parastina Gel (HPG) nasnameyên pênc gerîlayên ku li herêma Zapê canê xwe ji dest daye eşkere kirin.

HPGyê da zanîn ku gerîlayên bi nasnavên Canşêr Qoser, Med Dalaho, Reşîd Wan, Serhat Tekman û Dijwar Jêhat 21ê Çiriya Pêşîn a 2017an li Herêma Kurdistanê canê xwe ji dest daye.

Li gorî daxuyaniyê, agahiyên li ser nasnameya her sê gerîlayan bi vî rengî ne:

Canşêr Qoser: Navê wî yê fermî Vedat Oguz e û ji Mêrdîna Bakurê Kurdistanê ye.

Med Dalaho: Navê wî yê fermî Nîmet Akdemîr e û ji Ameda Bakurê Kurdistanê ye.

Reşîd Wan: Navê wî yê fermî Kenan Kalabalik  e û ji Wana Bakurê Kurdistanê ye.

Serhat Tekman: Navê wî yê fermî Îsa Dogan e û ji Erziroma Bakurê Kurdistanê ye.

Dijwar Jêhat: Navê wî yê fermî Ferhat Erkul e û ji Şirnexa Bakurê Kurdistanê ye.

Canşêr Qoser, Med Dalaho, Reşîd Wan, Serhat Tekman sala 2014an tev li refên PKKyê bûne û Dijwar Jêhat jî sala 2015an tev li gerîlayan bûye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst