ÎDIR – Otobûsa rêwiyan qeza kir: 14 kes birîndar bûn

21-08-2024
RÛDAW
Nîşan Îdir Otobûs Qeza
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Îdirê yê Bakurê Kurdistanê, otobûsa rêwiyan li darê xist û di qezayê de 14 kes birîndar bûn.

Otobûsa rêwiyan a ku Huseyîn Safa (59) diajot li ser rêya Îdir û Tuzlucayê, nêzîkî gundê Çalpalayê ji rê derket û li darê xist.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê, îtfaiye, polîs û cendirme çûn cihê qezayê.

Li gorî tesbîtên ewil di qezayê de 14 kes birîndar bûn û rewşa 2 birîndaran jî xedar e.

Tîmên tenduristiyên birîndar bi ambulansan rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Îdirê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst
 

Nûçeya dawî

Îsmaîl Beşîkçî û Nêçîrvan Barzanî /Wêne: Serokatiya Herêma Kurdistanê

Nêçîrvan Barzanî spasiya Îsmaîl Beşîkçî kir

ku Nêçîrvan Barzanî ji ber ku li ser Kurdan lêkolîn kirine û di bidestxistina mafên xwe de piştgiriya gelê Kurd kiriye spasiya Îsmaîl Beşîkçî kir