Li Erdexanê di vê mehê de teyrok bariya

21-07-2023
Zînê Cahîde Akgul
Nîşan Erdexan Teyrok
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Gole ya parêzgeha Erdexanê ya Bakurê Kurdistanê teyrok bariya ku li seranserî Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê pileya germahiyê gihîştiye nêzîkî 40 pileyan.

Li navçeya Gole ya Erdexanê îro Înê teyrok û baran bariyan û hinek cih bi teyrokê spî bûn. Her wiha ji ber baranê cade û kolanên navçeyê jî di bin avê de man.

Di meha Tîrmehê de li piraniya parêzgehên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê germahiyeke zêde heye û Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyê hişyarî daye ku dê hefteya bê pileya germê zêdetir bibe.

Tevî ku Saziya Keşnasiyê hişyariya germahiya daye jî li çend navçeyên parêzgeha Erdexanê demsal hîn zivistan e û dem bi dem baran û teyrok dibare.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst