Opozisyona Sûriyê: Heta ku çareseriyeke siyasî pêk neyê Tirkiye ji Sûriyê venakişe

21-06-2023
RÛDAW
Çekdarên opozisyona Sûriyê tevî hêzên Tirkiyê di dema êrîşa ser Efrîna Rojavayê Kurdistanê de, alên xwe û Tirkiyê li ser avahiya Kantona Efrînê bilind kirine.
Çekdarên opozisyona Sûriyê tevî hêzên Tirkiyê di dema êrîşa ser Efrîna Rojavayê Kurdistanê de, alên xwe û Tirkiyê li ser avahiya Kantona Efrînê bilind kirine.
Nîşan Sûriye Tirkiye Opozisyona Sûriyê Astana
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê şanda opozîsyona Sûriyê di danûstandinên Astanayê de Ehmed Tuime ji Rûdawê re ragihand, heta çareseriyeke siyasî pêk neyê, hêzên Tirkiyê ji xaka Sûriyê venakişin û amaje bi wê yekê jî kir, ku eger nêzîkbûna Tirkiyê û Sûriyê li gorî Biryara 2254 a Neteweyên Yekbûyî be, û vegera birûmet û ewledar a penaberên Sûrî û çareseriya siyasî ya krîzê garantî bike, ew dê asayîkirina peywendiyên wan qebûl bikin.

Îro 21ê Hezîrana 2023yan, duyemîn roja civînên 20emîn xûla danûstandinên Astana yên derbarê krîza Sûriyê de ye. Serokê şanda opozisyona Sûriyê di danûstandinên Astanayê de ji Rûdawê re behsa van civînan kir.

Serokê şanda opozisyona Sûriyê di danûstandinên Astanayê de, Ehmed Tuime derbarê roja yekem a civînên nû yên Astanayê de ji Rûdawê re ragihand: “Tişta ku îro nû ye vegerandina karê Komîteya Destûrî ye ku par hatibû rawestandin. Tiştê îro tê pêşkêşkirin ew e, careke din ev danûstandin derbarê destûra nû ya Sûriyê de bêne destpêkirin, ku Sûriyê ji jiyana serdestî û dîktatoriyê veguhêze jiyana demokrasiyê û dewleta sivîl.”

Di civînê de nexşerêya ku Rûsyayê ji bo asayîkirina pêwendiyên Tirkiyê û Sûriyê pêşkêş kiriye tê gotûbêkirin.

Serokê şanda hikûmeta Sûriyê Eymen Susan dibêje, pêwendiyên Sûiyê û Tirkiyê bi mercê vekişîna hêzên Tirkiyê ji Sûriyê pêkan e.

Lê helwesteke din a serokê şanda opozisyonê heye.

Serokê şanda opozisyona Sûriyê di Astanayê de li ser peywendiyên Tirkiyê û Sûriyê dibêje, ew dê nêzîkbûna di navbera Tirkiye û Sûriyê de bipejirînin, eger ku di çarçoveya biryara 2254 ya Neteweyên Yekbûyî de be, bi awayekî ku garantiya vegera penaberên Sûriyeyê bi awayekî birûmet û ewledar bike, û garantiya têkoşîna li dijî terorê bike û gavên cidî ber bi çareseriya siyasî ve bên avêtin.

Ehmed Tuime wiha berdewam kir: “Em berovajî vê yekê qebûl nakin, û me hevalbendê xwe yên Tirk ji vê yekê agahdar kirine, û ew bi biryar in ku li gorî berjewendiyên me herdu aliyan bikin.”

Ehmed Tuime herwiha got: “Derbarê asayîkirina pêwendiyan de, em dibêjin, em naxwazin ti vekişîna hevpeymanên me ji nav zeviyên Sûriyê bê kirin û eger çareya siyasî pêk neyê, ew vekişîn pêk nayê.”

Duh 20ê Hezîrana 2023yan, endamên beşdar di 20emîn xûla civînên Astanayê de gihiştin paytexta Kazaxistanê û hevdîtin û civîn hatin destpêkirin.

Di civînan de, şandên her yek ji Sûriye, Rûsya, Îran, Tirkiye û opozisyona Sûriyê beşdar in.

Çavdêrên ji Neteweyên Yekbûyî, Urdun, Lubnan û Iraqê jî di civînan de beşdar in.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst