Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Sineyê ya Rojhilatê Kurdistanê 66 firoşkarên madeyên hişbir hatin desteserkirin.
Polîsê parêzgehê ragihand ku wan dest daniye ser nêzîkî 500 kîlogram madeyên hişbir.
Birêvebirê Polîsê Sineyê Yehya Îlahî ragihand ku wan ji bo têkoşîna li dijî madeyên hişbir xebatên xwe zêde kirine.
Yehya Îlahî eşkere kir ku hêzên wan di 4 rojan de li parêzgehê dest daniye ser 485 kîlogram madeyên hişbir.
Îlahî da zanîn ku wan her wiha dest daniye ser çend otomobîl û motorsîkletên ku ji bo veguhastina madeyên hişbir hatine bikaranîn.
Li gorî gotina Yehya Îlahî, ji bilî desteserkirina 66 firoşkarên madeyên hişbir, 31 kesên ku bi kar tînin jî hatine desteserkirin.
Hat ragihandin ku ew kesên ku bi kar tînin ji bo tedawiyê şandine navendên rehabîlîtasyonê.

.webp&w=3840&q=75)

