Nêçîrvan Barzanî û şanda NYê: Guherîna keşûhewayê krîzeke cidî ye û bandoreke zêde heye

21-06-2023
RÛDAW
Nîşan Nêçîrvan Barzanî Neteweyên Tekbûyî Abdallah Al Dardarî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û şandeke bilind a Neteweyên Yekbûyî civiya û herdu aliyan diyar kirin ku guherîna keşuhewayê krîzeke  ciddî ye û bandoreke zêde li ser Iraqê heye û ji bo wê yekê divê Iraq bi piştgîriya navdewletî bi ciddî rûbirûyê wê krîze bibê.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro Çarşemê 21ê Hezîranê pêşwaziya şandeke bilind a Neteweyên Yekbûyî ya bi serokayetiya Alîkarê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî û Rêveberê Herêmî yê UNDPê li Welatên Erebî Abdallah Al Dardarî kir.

Li gor daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê  di civînê de şandê bi kurtî di derbarê armanca serdana xwe ya ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê zela kir ku ji bo alîkarîna Iraq û Herêma Kurdistane di cûr bi cûr kirina çavkaniyên dahatê de xwe bi tenê dahata neftê ve girê nedin. Di vê derbarî de Nêçîrvan Barzanî tekez kir ku paşeroja Iraq û Herêma Kurdistanê bi cûrbicûr kirina aborî û çavkaniyên dahatê ve girêdayiye.

Li gor daxuyaniyê herdu aliyan guherîna keşuhewayê gotûbêj kirin û hevnêrîn bûn ku guherîna keşuhewayê krîzeke ciddî ye û bandoreke zêde li ser Iraqê heye, ji bo wê yekê divê Iraq bi piştgîriya navdewletî bi ciddî rûbirûyê wê krîzê bibê.

Herwiha Şandê mêvan tekez kir ku hem ji bo berevaniya bandorên guherîna keşuhewayê û hem ji bo cûr bi cûr kirina çavkaniyên dahatê, alîkariya Iraq û Herêma Kurdistanê dikin.

Şanda Neteweyên Yekbûyî di heman demê de bal kişandin li ser civîna ligel Desteya Weberhênana li Herêma Kurdistanê ku têde amadehî û piştgîriya Neteweyên Yekbûyî derbirîne ji bo alîkariya Herêma Kurdistanê di plansazî û danîna nexşerêyek ji bo çawayiya rakêşana weberhênanên biyanî û çêkirina derfeta kar a ji bo ciwanan.

Ji aliyê xwe ve Nêçîrvan Barzanî hêviya serkeftinê ji Abdallah Al Dardarî xwest û hewlên wî yên ji bo akîkarîkirina Iraq û Herêma Kurdistanê bilind nirxand.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst
 

Nûçeya dawî

Îsmaîl Beşîkçî û Nêçîrvan Barzanî /Wêne: Serokatiya Herêma Kurdistanê

Nêçîrvan Barzanî spasiya Îsmaîl Beşîkçî kir

ku Nêçîrvan Barzanî ji ber ku li ser Kurdan lêkolîn kirine û di bidestxistina mafên xwe de piştgiriya gelê Kurd kiriye spasiya Îsmaîl Beşîkçî kir