Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Dêrikê ya Mêrdinê 120 donim genim şewitî.
Hat zanîn ku li gundê Tilbisimê yê girêdayî navçeya Dêrikê ya Mêrdînê ji ber sedemeke nediyar agir bi zeviyên genim ketiye û 120 donim genim şewitiye.
Agir bi midaxaleya tîmên îtfaiyeyê, hêzên ewlehiyê û welatiyan hat kontrolkirin.
Herwiha li ser derketina agir lêpirsîn hatiye destpêkirin.


.jpg&w=3840&q=75)
