Peyamên balyoz û konsulên li Iraq û Kurdistanê bo Newrozê

21-03-2020
RÛDAW
Nîşan Newroz Herêma Kurdistanê Kurdistan
A+ A-

Hewlêrê (Rûdaw) – Balyoz û konsulên li Iraq û Herêma Kurdistanê peyamên xwe yên bi mebesta hatina 21î Adarê Cejna Newrozê belav kirin û tê de cejna gelê Kurd pîroz kirin û hêviya serkevtinê ji Herêma Kurdistanê re xwestin.

Beşek ji konsul û balyozên li Iraq û Herêma Kurdistanê Cejna Newrozê û sersala nû ya Kurdî li tevahiya gelê Kurd û Kurdistaniyan pîroz kirin û hêviya jiyaneke bi tendirustî ji gelê herêmê re xwestin.

Konsulê Çînê: Hêvî dikin peywendiyên xelkê Çîn û Kurd bihêz bibin

Konsulê Giştî yê Çînê yê li Hewlêrê, Ni Ruchi di peyama xwe ya Newrozê de pîrozbahî li gelê Kurd kir û got: “Ez hêvîdarim peywendiyên dîrokî yên di navbera xelkê Çîn û gelê Kurd berdewam be û dostaniya di navbera Çîn û Herêma Kurdistanê de geştir bibe.”

Ni Ruchi wiha axivî: “Bi hatina sala nû ya Kurdî, Cejna Newrozê dixwazim germetirîn pîrozbahiyên xwe pêşkeşî miletî Kurd bikim. Hêviya min ew e ku hemû xelk tendirustiya wan bicih de be û cejneke bikeyfxweşî derbas bikin.

Konsulê Hindistanê: Hêviya rojên geş bo gelê Kurd dixwazim

Konsulê Hindistanê yê li Hewlêrê Çandra Moly Kelln jî bi boneya Cejna Newrozê pîrozbahî li gelê Kurd kir.

Çandra Moly Kelln di peyama xwe ya Newrozê de hêviya rojên baştir bo gelê Kurd dixwaze û dibêje: “Slav, ez pîrozbahiya Newrozê li miletê Kurd dikim û hêviya rojên baştir bo wan dikim. Taybetmendiya Newrozê rojeke nû ye, hêvî dikim ku ev Newroz bo xelkê Kurdistanê bibe helkefta rojekî nû û tirsa koronayê nemîne û aramî veger herêmê û hêvî dikim Newrozên bên baştirîn Newroz bin.”

Vasîl vasîlîv: Min nebawer e ji Kurdan neteweyeke din bihêztir hebe

Berpirsê Ofîsa Bazirganiya Bulxaristanê li Hewlêrê Vasil Vasiliv jî Cejna Newrozê û sersala nû li Kurdan pîroz kir û hêviya serkevtinê ji gelê Kurd re xwest. Vasîlîv herwiha da zanîn ku ew di wê baweriyê de ye ku li cîhanê ji Kurdan neteweyeke din bihêztir nîne.

Vasîl Vasîlîv di peyama xwe ya Newrozê de wiha got: “Bi boneya Newrozê pîrozbahiyê li civka Kurdî dikim û hêviya serkevtinê jê dixwazim. Em hemû dizainin sala 2020an gelek dijwar destpê kir û gelek astengî li pêş me derketin. Xelkê ew bawerî heye ku piştî nexweşiyan em dê bihêztir dibin. Eger rastiyê bibêjim, ez ne di wê baweriyê de me ku ti neteweyek ji Kurdan bihêztir di cîhanî de hebe. Herwiha ez di wê baweriyê de me em hemû dê pêkve li hemberî van astengiyan biserbikevin. Hêvîdarim hûn demeke baş û tendirustî derbas bikin.

Balyozê Brîtanyayê: Hêviya Newrozeke xweş dikim

Balyozê Brîtanya yê li Iraqê Stephan Hickey jî bi boneya Cejna Newrozê bi zimanê Kurdî pîrozbahî li gelê Kurd kir û got ku ew keyfxweş e li ser navê Brîtanyayê  hêviya Newrozeke xweş bo gelê Kurd dike.

Stephan Hickey herwiha behsa serdana xwe ya bo Hewlêr û Silêmaniyê kir ku û ew dixwaze tevlî ahenga Newrozê bibe û got wî bêriya xwarinên Herêma Kurdistanê bi taybetî kebaba Hewlêrê kiriye û ew kebaba li Hewlêrê xwariye li ti ciheke din ê cîhanî nexwariye.

Hickey wiha axivî: “Ez kêfxweş im ku bi navê gelê Brîtanyayê hêviya Newrozeke xweş bo gelê Kurd bixwazim. Em dizanin ku ev rojeke xweş a salê ye û hêvîdar im li dema Newrozê li Herêma Kurdistanê bim. Ez weke balyozê Brîtanyayê kêfxweş im ku nûnertiya welatekê dikim ku peywendiyên bihêz ligel Iraq û Herêma Kurdistanê heye. Min serdaneke xwe bo Hewlêr û Silêmaniyê kiribû û ez dixwazim dîsa werim Herêma Kurdistanê tevlî ahenga Newrozê bibim û careke din xwarina bi tahm a Kurdî bixwim. Bi boneya Newrozê pîrozbahiyê li tevahiya xelkê Kurd dikim.”

Konsulê Komara Çekyayê: Hêviya saleke bi tendirustî ji gelê Kurd re dixwazim

Konsulê Giştî yê Komara Çekyayê li Hewlêrê Mikhail Sbovota bi boneya Cejna Newrozê peyameke vîdeoyî bi Kurdî belav kir û tê de pîrozbahî li gelê Kurd û xelkê Herêma Kurdistanê kir.

Mikhail Sbovota di peyama xwe dibêje ku di navbera Herêma Kurdistan û welatî wî de peywendiyeke aborî, tendirustî, çandî û perwerdeyê heye û ew di van waran de hevkariya Herêma Kurdistanê dikin.

Sbovota gogt: “Tevî metirsiya belavbûna nexweşiya vîrusa koronayê hêviya rojên xweş û geş û bi tendirustî ji gelê Kurd û xelkê Herêma Kurdistanê re dixwazim.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst