Hewlêr (Rûdaw) – Artêşa Tirkiyê çend cih li sînorê qezaya Zaxoyê li parêzgeha Duhok a Herêma Kurdistanê bordûman kir. Wezîrê Tenduristiyê yê Herêma Kurdistanê Saman Berzincî ragihand ku di bombebaranê de 8 kesan canê xwe ji dest dane û 26 kes jî birîndar in.
Qaymeqamê Zaxoyê Muşîr Beşîr ragihand, artêşa Tirkiyê îro du caran gundê Perx topbaran kir û di encamê de 8 kesan canê xwe ji dest dan û 23 kes jî birîndar in.
Qaymeqamê Zaxoyê diyar kir, cihên ku hatine topbarankirin cihên geştyarî ne.
Gundê Perexê ser bi nahyeya Dêrkar a qeza Zaxoyê ve ye.
Rêvebirê Nahyeya Dêrkarê Dilşêr Ebdulsitar ji Rûdawê re ragihand, kuştî û birîndar geştyarên Ereb in û ji parêzgehên din ên Iraqê ve hatine.
Rêvebirê Geştyariya Zaxoyê jî ji bo Rûdawê diyar kir, di topbarana Tirkiyê bo ser gundê Perexê de 8 kes kesan canê xwe ji dest dan û 23 kes jî birîndar in.
Herî dawî Wezîrê Tenduristiyê yê Herêma Kurdistanê Saman Berzincî ragihand, “8 geştyar berî ku bigihêne nexweşxaneyê canê xwe ji dest dane ku hemû ciwan û zarok in, yek ji wan zarokekî yek salî ye û çar keç û çar kur in. 26 kes jî birîndar in. Sê ji wan ji ber birînên giran ên mêjî û serên xwe hatin şandin bo Duhokê. 6 birîndar niha hewcedarê emeliyatê ne.
Tê nûkirin…
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse