Ji bo 5 bajarên Bakurê Kurdistanê hişyarî

20-05-2024
RÛDAW
Nîşan Hişyarî Baran Bakurê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Ji bo hinek bajarên Bakurê hişyariya ba û baranê hat dayîn.

Li gorî pêşbîniyên Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyeyê pêleke ba û baranê dê çend bajarên Bakurê Kurdistanê bide ber xwe.

Tê texmînkirin ku 21ê Gulanê piştî nîvro li başûr û rojhilatê parêzgehên Colemêrg û Wanê, li rojhilatê parêzgeha Şirnexê û li bakur û rojhilatê parêzgehên  Mûş û Bêdlîsê barana gur bibare.

Hişyarî hat dayîn ku li hemberî lehî, birûsk, ba û baranê divê welatî bi baldar bin û tedbîrên pêwîst wergirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst