Serok Barzanî: Newroz ji bo Kurdistanê ronahî û azadî ye

Duh li 01:15
RÛDAW
Nîşan Serok Mesûd Barzanî Newroz Sersala Kurdî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serok Mesûd Barzanî Cejna Newrozê û sala nû ya Kurdî pîroz kir û  got, "Newroz ji bo gelê Kurdistanê, bihar û nûbûn û ronahî û azadî ye."

Serok Mesûd Barzanî ji bo Cejna Newrozê û sala nû ya Kurdî peyameke pîrozbahiyê belav kir.

Serok Mesûd Barzanî peyama pîrozbahiyê ya xwe arasteyî malbatên "serbiland ên şehîdan, Pêşmergeyên qehreman û hemû çîn û tebeqeyên gelê Kurdistanê" kir.

Serok Barzanî her wiha pîrozbahî li wan hemwelatiyên ku li "parçeyên din ên Kurdistanê ne" û hemû ew neteweyên ku Newroz beşek e ji dîrok û çanda wan, kir.

Serok Barzanî "bi germî" pîrozbahî li diasporaya Kurdî û ew milyonan Kurdên ku "bi hesteke bilind dûrî axa welatê xwe cejna Newrozê bilind digirin û nirxên Newrozê li hemû cîhanê belav dikin" kir.

Di beşeke din a peyama xwe de Serok Barzanî piştgirî da pêvjoya aştiyê ya li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê û got, " em piştgiriya pêvajoya aştî û çareseriyê li Tirkiyeyê dikin û aştiyê wekî tenê rêya rast û durist a derbasbûna pirsgirêkan dizanin."

Serok Mesûd Barzanî di peyama xwe de wiha got:

"Newroz ji bo gelê Kurdistanê, bihar û nûbûn û ronahî û azadî ye.

Newroz wateya jiyaneke nû û mizgîniya serkeftina ronahiyê li ser tarîtî û stemê dide.

Bi hilkefta hatina cejna neteweyî ya Newrozê ez pîrozbahiyê li malbatên serbiland ên şehîdan û pêşmergeyên qehreman û hemû çîn û tebeqeyên gelê Kurdistanê dikim.

Pîrozbahiya Newrozê li hemû zarokên gelê Kurd li parçeyên din ên Kurdistanê dikim.

Pîrozbahiyê li hemû wan neteweyan dikim ku Newroz beşek e ji dîrok û çand û kevneşopiya wan.

Li vir dixwazim bi germî pîrozbahiya Newrozê li diasporaya Kurdî û li wan milyonan Kurdên ku bi hesteke bilind dûrî axa welatê xwe cejna Newrozê bilind digirin û nirxên Newrozê li hemû cîhanê belav dikin, bikim.

Ji wan re dibêjim ku hûn tim di hizir û wijdana me de ne û xweşî û cejnên we dirêjkirina xweşî û cejnên me ne.

Cihê şanaziyê ye ku dibînin dest di nav destê hev de û bi yekdilî di Newrozê de alaya azadî û şanaziyê bilind dikin.

Gelekî kêfxweş im ku li bajarê Kolnê yê Almanyayê di merasîmeke mezin de hezkirina xwe û soza xwe ji bo welatê xwe dubare dikin, hûn deng û rengê gelê xwe ne û ez spasiya we dikim.

Di cejna neteweyî ya Newrozê de bi şanazî tekeziyê li çanda pevjiyanê û peyama aştîxwazane ya gelê Kurdistanê dikin.

Her ji ber wê yekê ve em piştgiriya pêvajoya aştî û çareseriyê li Tirkiyeyê dikin û aştiyê wekî tenê rêya rast û durist a derbasbûna pirsgirêkan dizanin.

Her di vê hilkeftê de em bi wê hêviyê ne ku dawî li êş û azarên gelê Kurd li Sûriyeyê were û Kurd bi helwesteke hevbeş û bi rêbaza aştiyane li gel aliyên din ên Sûriyeyê bigihîjin encamekê ku di xizmeta hemû aliyan de be.

Hêvîdar im Newroza îsal bibe destpêkek ji bo rihetî û xweşiyê ji bo hemû gelê Kurdistanê û Îraqê û ew Newroz û hemû cejnên wan di bextiyarî û kameraniyê de derbas bikin.

Hêviya wê dixwazim ku gelên herêmê bikaribin di bin siya aramî û seqamgîriyê di rewşeke aştiyane û biratiyê de bijîn.

Newroza we pîroz be û bîminin di nav xêr û xweşiyê de."

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst