Balafirên şer ên Tirkiyeyê gundekî nêzikî Dihokê bombebaran kir

3 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Dihok Bombebaran Bombebaranên Tirkiyeyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Balafirên şer ên Tirkiyeyê herêmeke çiyayî ku 30 kîlometreyî dûrî navenda Duhokê bombebaran kir û şewat derketiye.

Îro balafirên şer ên Tirkiyeyê çiyayê gundê Mecilmextê yê navçeya Mangeşkê ku 30 kîlometreyî dûrî navenda Dihokê bombebaran kir.

Ev cara yekem e ku ew herêm ji aliyê Tirkiyeyê ve tê bombebarankirin.

Eyad Mecilmetî ku bi xwe ji gundê Mecilmextê ye li ser mijarê ji Rûdawê re axivî û got:

“Îro danê nîvroyê çiyayê gundê me hat bombebrankirin û di encamê de agir bi çiya ketiye.

Ji ber asêbûna herêmê em nikarin herin agir vemirînin.”

Eyad Mecilmetî da zanîn ku ev cara yekem e ku ew herêm tê bombebarankirin.

Herwih ji xeynî ziyanên madî heta niha nayê zanîn ziyanên canî hene yan na.

Ew cihê ku hatiye bombebarankirin xelk lê dijî û cihekî qerebalix e.

Li aliyê de Eyad tekez kir, cihê ku hatiye bombebarankirin mimkûn nîne ku gerîlayên PKKyê li wê derê bin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst