Rêveberiya Xweser: Di êrişa Tirkiyê de 4 zarokan jiyana xwe ji dest dan

19-08-2022
RÛDAW
Nîşan Rêveberiya Xweser Rojavayê Kurdistanê Tirkiye Kuştina Zarokan Heseke Şimokê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rêvebiriya Xweser îro Înê ragihand, firokeyeke bêfirokevan a Tirkiyê navendeke perwerdehiya keçan li parêzgeha Hesekê ya Rojavayê Kurdistanê, kir armanc û di encamê de 4 zarok jiyana xwe ji dest dane û 11 zarokên din jî birîndar bûn.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê diyar kir ku li herêmê êrîşeke nû ya sîstematîk ji aliyê hêzên Tirkiyê ve hatiye zêdekirin.

Rêvebiriya Xweser derbarê êrişa li ser navenda perwerdehiyê ya zarokên keç ya li gundê Şimokê ya li Hesekê ku ji aliyê hêzên Tirkiyê ve pêk hatibû daxuyaniyek belav kir.

Rêveberiya Xweser di daxuyaniyê êrişa Tirkiyê şermezar kir u got “Piştî hevdîtina dawî ya ku Erdogan bi aliyên navneteweyî û herêmî re li dar xist, êrişên dagirkeriya Tirk ên li dijî herêmên me zêde bûn. Di encama van êrişan de gelek sivîl, zarok û fermandarên li kêleka Koalîsyona Navneteweyî li dijî rêxistina DAIŞ şer kirin şehîd bûn.”

 Herwiha rêveberiya Xweser di daxuyaniyê de da zanîn ku di êrişa Tirkiyê ya li ser navenda perwerdehiyêde 4 zarokên keç birîndar bûn û 11 zarokên din jî birîndar bûne û got “Îro jî di çarçoveya şerê xwe yê qirkirinê de li dijî gel û herêmên me êrişên nû pêk tîne mînaka wê jî duh bi şev dewleta Tirk a faşîst bi balafirên bêmirov rêya Til Temir-Hesekê nexasim navenda Fêrkirinê ya taybet bi jinan a li gundê Şimoke ku tenê 2 km dûrî baregeha Koalîsyona Navneteweyî ye ku Neteweyên Yekbûyî sponseriya wê dike, kir armanc, di encamê de 4 zarok şehîd bûn û 11 zarokên keçîn birîndar bûn. Ev êrişa hovane hemû pîvan û qanûnan bin pê dike û sûcên şer e, di heman demê de şerê qirkirinê yê li dijî gelê me pêk tê ye û rûyê din ê DAIŞê ye.”

Rêveberiya Xweser di daxuyaniyê de wiha berdewam kir “Ji wê diyar dibe ku Erdogan behsa operasyona leşkerî kir, dihat wateya ku ew ê terorîzma xwe li ser her kesî ferz bike bêyî ku bersiv hebe. Ev êriş xeteriyê li ser zarokan û li ser navendên fêrkirin û sivîlan çêdike û nîşaneya encamên giran dike, dê bi wê re zêdetir li Sûriyê tevlihevî derkeve û rewşeke nû derxe ku bandorê li Sûriyê û gelê wê bike.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst