Duyemîn Festîvala Deryaya Wanê dest pê kir

19-07-2023
Mihemed Emîn Demir
Nîşan Duyemîn Festîvala Deryaya Wanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê, bi serpereştiya Komeleya Çalakvanên Gola Wanê “Duyemîn Festîvala Deryaya Wanê” dest pê kir. Armanca festîvalê balkişandina ser pakî û nasandina Gola Wanê ye.

Li Wanê îro 19ê Temûza 2023ê “Duyemîn Festîvala Deryaya Wanê” dest pê kir û dê 5 rojan berdewam bike.

Di serî de ji Wan, Bedlîs, Mêrsîn, Enqere, Îzmîr û Stenbolê ji gelek bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê nêzîkî 200 melevan beşdarî festîvalê bûne.

Di festîvala ku dê 23ê Temûzê bi dawî bibe de, ji bilî avjeniyê dê çalakiyên curbicur bêne sazkirin.

Serokê Komeleya Çalakvanên Gola Wanê Erdogan Ozel got, “Armanca me ew e ku em balê bikşînine ser şînahiya bê hempa ya Gola Wanê, nasandina bi cîhanê û nîşandana potansiyela wê ya geştyariyê ye. Me berê pişta xwe dabû Gola Wanê û em êdî berê xwe didin golê. Dê festîvala me 5 rojan berdewam bike û di roja yekem de dê melevan ji bo mîkrobiyalîtan avjeniyê bikin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst