Çekdaran berhemên zeytûnan ên 3 cotkarên Efrînî dizîn

18-10-2023
RÛDAW
Nîşan Efrîn Zeytûn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Çekdarên ser bi Tirkiyeyê ve li gundekî navçeya Şerayê ya Efrînê, berhemên zeytûnan ên 3 welatiyên Kurd dizîn.

Tora Çalakvanên Efrînê ragihand ku 15 vê mehê çekdarên ser bi girûpa Sultan Murad ve, li gundê Qestel Kişkê yê navçeya Şerayê berhemên zeytûnên 3 welatiyan dizîn.

Ew welatiyên ku berhemên wan hatine dizîn, Hisên Şêx Xelîl, Mihemed şêx Xelîl û Mistefa Ebdo ye.

Çekdaran berhemên ji 100 darên Hisên Şêx Xelîl dizîne.

Çekdaran ji 40 darzeytûnên Mihemed şêx Xelîl jî berhem dizîne.

Herwiha çekdarên berhemên 100 darên  Mistefa Ebdo dizîne.

Li gorî heman zanyariyan, çekdarên Sultena Muradî, li heman navçeyê dest danîne ser 145 hezar darên zeytûnan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst