HPGyê nasnameya 4 gerîlayan eşkere kir

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan HPG Gerîla Nasname
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên Parastina Gel (HPG) nasnameya 4 gerîlayên ku li Başûrê Kurdistanê canê xwe ji dest daye eşkere kir.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPGyê li ser her çar gerîlayên ku di demên cuda de li Herêmên Parastinê yên Medyayê canê xwe ji dest daye daxuyaniyek belav kir.

HPGyê diyar kir ku wan gerîlayan di êrişa asmanî de canê xwe ji dest daye.

Li gorî agahiyên ku HPGyê dane, nasnameyên her çar gerîlayan wiha ne:

Mizgîn Umut: Navê wê yê fermî Aliye Îsazade ye û ew ji Urmiyeya Rojhilatê Kurdistanê ye.

Xwînrêj Cûdî: Navê wî yê fermi Serdar Bayar e û ew ji Şirnexa Bakurê Kurdistanê ye.

Kendal Dêrik: Navê wî yê fermî Suleyman Çelîk e û ew ji Mêrdîna Bakurê Kurdistanê ye.

Bager Farqîn: Navê wî yê fermî Serhat Guzel e û ew ji Ameda Bakurê Kurdistanê ye.

HPGyê ragihand ku Mizgîn Umut û Kendal Dêrik 4ê Çiriya Pêşîn a 2018an û Xwînrêj Cûdî û Bager Farqîn jî 20ê Tîrmeha 2018an di êrişeke Tirkiyeyê de cane xwe ji dest daye.

HPGyê da zanîn ku Kendal Dêrik sala 1999an, Mizgîn Umuta ji Rojhilatê Kurdistanê 2006an, Xwînrêj Cûdî 2012an, Bager Farqîn 2015an tevlî refên gerîlayan bûne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst