Li Silopiyayê polîsan êrişî Dayikên Aştiyê kir

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Dayikên Aştiyê Silopiya Nobeta Aştiyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Hinek dayîkên Kurd ji çend bajarên cuda ên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê li navçeya Silopiyayê ya Şirnexê kom bûn û dixwazin şer raweste lê polîsan êrişa wankir.

Endamên Meclisa Dayikên Aştiyê li navçeya Silopiyayê ya Şirnexê roja sêşemê bi dirûşma “Ji şer re na, niha aştî” çalakiya nobetê dabûn destpêkirin.

Duh hêzên ewlehiyê yên Tirkiyeyê êrişî wan kir û 22 kes hatin desteserkirin.

Di demar êrişê de Hevserokê DEM Partiyê yê Bajarokê Tilqebînê Lezgîn Kosen hat desteserkirin, parsûyên wî hatin şikandin.

“Dayîk dixwazin xwîn neyê rijandin”

Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyigitê got:

“Îro dîsa li Silopiyayê çalakiya Dayikên Aştiyê hebû ku dê 3 rojan berdewam bikira.

Niha bi sedan dayik xistine avahiya me ya Silopiyayê û hêzên ewlehiyê ber derî girtiye û nahêlin dayikên me derkevin ber derî.

Hemû pîr û nexweş in. Tekane derdekî van mirovan heye, dixwazin xwîna li vê erdnigariyê raweste û aştî pêk were.”

Çalakî bi dawî bû

Dayikên Aştiyê yên ji Amed, Wan, Êlih, Mêrdîn, Colemêrg, Riha, Sêrt, Îzmîr û Mêrsînê çûbûn Silopiyayê di roja sêyem de bi daxuyaniyekê çalakiya xwe îro bi dawî kir.

Parlamentera DEM Partiyê ya Şirnexê Newroz Uysal Aslan di daxuyaniyê de axivî û got:

“Daxwaza aştiyê ya dayikan daxwaza hemû Kurdan e”

“Daxwaza dayikan ew bû ku şerê li Kurdistanê were rawestandin û ji bo aştiyê gav bên avêtin.

Mîna her carê îro jî Dayikên Aştiyê xwest rêya çareseriyê nîşan bidin. Daxwaza aştiyê ya dayikan daxwaza hemû Kurdan e.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst