EFRÎN - Rêjeya baca li ser zeytûnan zêdetir dibe

17-10-2023
Nîşan Efrîn Bac Darzeytûn Grûpa Emşatê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li Efrîna Rojavayê Kurdistanê grûpên çekdar ji bo zeytûn û darzeytûnan bacê distînin.

Ev bac, li ser cotkaran tê ferzkirin û rêjeya wê di navbera ji sedî 10 û ji sedî 50î de diguhere.

Çalakvan û mafnas Îbrahîm Şêxo, li ser mijarê agahiyên girîng dan Tora Medyayî ya Rûdawê.

“Ji sedî 10an digihe ji sedî 40-50î”

Îbrahîm Şêxo da zanîn ku grûpên çekdar gefan li xelkê Efrînê dixwîn û got:

“Em dizanîn baca li ser zeytûnan îsal ji sedî 10an digihe ji sedî 40-50î. Ev grûp xelkê neçar dikin. Ji kesên ku bêzar dibin re re dibêjin ‘Em ê destê xwe deynin ser mal û milkên wan û wan bidin girtin û siza bikin.’

Di vê çarçoveyê de, rêjeya baca zeytûnan digihe heta ji sedî 40-50î û vê bacê li ser xelkê ferz dikin.”

Îbrahîm Şêxo herwiha da zanîn ku grûpa Emşatê, li navçeya Şiyê û gundewarê wê dest daniye ser bêhtir ji 275 hezar darên zeytûnan.

“Emşatê dest daniye ser  bêhtir ji 275 hezar darên zeytûnan”

Îbrahîm Şêxo, destnîşan kir ku grûpên çekdar ji bo van kirinên xwe Rêveberiya Xweser dikin hincet û wiha axivî:

 “Ji aliyekî din ve jî hêzên Grûpa Emşatê, li navçeya Şiyê û gundên Qermitliq û Çeqelayê dest daniye ser  bêhtir ji 275 hezar darên zeytûnan.

Li herêma Şehbayê bi hinceta ku ew ew girêdayî Rêveberiya Xweser in dest datînin ser darzeytûnên xelkê me yê koçber.

Herwiha bacê li ser darên zeytûnan ên xelkê me yê ku koçber bûye ferz dikin, vê bacê li ser xizmên wan giran dikin û dest datînin ser darên wan.”

Li aliyê din, li gorî agahiyên ku ji çalakvanê belgekirina binpêkirinên li Efrînê Mistefa Şêxo dane Rûdawê, fermandarên Grûpa Emşatê roja çarşemê bi rîspî û cotkarên Şiyê re civiyan.

Fermandarên Grûpa Emşatê di vê civînê de ew agahdar kirin ku divê serê her darzeytûnekê 20 dolaran bacê bidin çekdaran.

Fermandarên Emşatê cotkar neçar kirine ku ji sedî 10ê heqdestê guvaştekên zeytûnan bidin wan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst