HEVPEYVÎNA TAYBET - Prof. Dr. Îlhan Uzgel: Ji bo me hêza meşrû Beşar Esed e

3 demjimêr berê
Mehmed Salih Bedirxan
Nîşan Beşar Esed Ozgur Ozel CHP Îlhan Uzgel Sûriye
A+ A-

Alîkarê Serokê Giştî yê CHPyê Wezîrê Karên Dervê yê kabîneya CHPyê Prof. Dr. Îlhan Uzgel diyar kir ku ji bo CHPyê hêz û aktorê meşrû li Sûriyeyê rejima Beşar Esed e.

Îlhan Uzgel li ser civîna Ozgur Ozel û Beşar Esed jî wiha got: “Me daxwaza xwe bi rêyên fermî û rêyên nîvfermî pêşkşî Şamê kir. Haya Şamê û Esed ji vê daxwaza me ya civînê heye. Em li benda bersiva wan in. Ew jî vê pêvajoyê di navbera xwe de dinirxînin. Wekî ku tu jî dizanî, Sûriye cihekî hesas e û pêvajo hesas e. Pêvajoya wê ne wekî ya welatekî Ewropayê ye. Ne wekî ziyareteka dîplomatîk a Ewropayê ye. Ji ber wê ez wisa texmîn dikim ku ji bo hevdîtin dê hinekî dem pêwîst bike. Li aliyê din hûn dizanin Recep Tayyîp Erdogan jî dixwaze bi Beşar Esed re bicive. Belkî Erdogan û Beşar Esed jî bicivin.”

Îlhan Uzgel behsa îhtîmala civîna Erdogan û Esad jî kir û wiha got:

“Em ne li dijî hevdîtina Erdogan û Esed in. Em asayîbûna pêwendiyan diparêzin. Em dixwazin pêwendiyên Tirkiyeyê bi welatên cîran re asayî bin. Ev pêşmerca Esed ne nû ye lê dîsan jî ji bo çareseriyan em wisa difikirin ku hevdîtin muhîm e û em dixwazin hevdîtina Beşar Esed û Erdogan jî pêk were. “

Îlhan Uzgel li ser îhtîmala civîna Ozgur Ozel û Beşar Esed, Beşar Esed û Recep Tayyîp Erdogan, polîtîkaya CHPyê ya Sûriyeyê bersiv da çen pirsên Rûdawê.

Rûdaw: Gelekî spas ji bo wê derfetê. Beriya bi demekê we ji ser hesabê xwe yê Xê got, “Siyaseta Tirkiyeyê ya Rojhilata Navîn, siyaseta Sûriyeyê û siyaseta penaberan têk çûye” Li gorî we ew xelqeya zincîrê li ku qût bû destpêka xeletiyan çi bû?

Îlhan Uzgel: Ev xeletî ji destpêkê hebû ji destpêkê bi xeletiyan dest pê kiribû, xeleka zincîrê li wir qetiya. Bi Amerîkayê re xwestin Beşar Esad birûxînin.  Çênabe bi Amerîkayê re tu rabî desthilata welatekî xwe yî cîran birûxînî. Wekî bijardeyeke polîtîkaya karên derve ew gelekî xelet bû. Xeletiyê li wê dest pê kir û berdewam kir. Ew siyaset ne di berjewendiya Tirkiyeyê û berjewendiya gelên herêmê de bû. Di siyasetê de nabe tu dûrî rastiyan gavan biavêje û ew gav ne di berjewendiya Tirkiyeyê de bin. Xeletiyan li wir dest pê kir.

Divê çi bihata kirin, Tirkiyeyê çi bikira?

Îlhan Uzgel:
Ev nîqaşeke nû nîne. Em ji wan qonaxan derbas bûn. Wekî min got, nabe Tirkiye rejim û desthilata cîranê xwe biguherîne. Tirkiyeyê dikarîbû deriyên xwe yên sînorî bigirta, bijardeyên siyasî derxista pêş û nekete nava wî şerê naxweyî yê wî welatî û hewl nedaya ku desthilata Sûriyeyê biguherîne. Ev hemû nehatin kirin, polîtîkaya guhertina rejim û desthilata Sûriyeyê hat meşandin. Li gorî wê planê dê Birayên Misilman bihatana ser desthilata Sûriyeyê ew proje bi ser neket.

Rûdaw: Medyayê îdia kir ku Beşar Esad razî bûye bi birêz Ozgur Ozel re bicive. Ji bo hevdîtina bi Ozgur Ozel û Beşar Esad ji Şamê ti bersivek ji we re hat? Gelo dê Ozgur Ozel û Beşar Esad kengî bicivin?

Îlhan Uzgel: Heta niha dîrokeke hatiye diyarkirin nîne, me daxwaza xwe bi rêyên fermî û rêyên nîvfermî pêşkşî Şamê kir. Haya Şamê û Esed ji vê daxwaza me ya civînê heye. Em li benda bersiva wan in. Ew jî vê pêvajoyê di navbera xwe de dinirxînin. Wekî ku tu jî dizanî, Sûriye cihekî hesas e û pêvajo hesas e. Pêvajoya wê ne wekî ya welatekî Ewropayê ye. Ne wekî ziyareteka dîplomatîk a Ewropayê ye. Ji ber wê ez wisa texmîn dikim ku ji bo hevdîtin pêk were dê hinekî din dem pêwîst bike. Li aliyê din hûn dizanin Recep Tayyîp Erdogan jî dixwaze bi Beşar Esed re bicive. Belkî Erdogan û Beşar Esed jî bicivin.

Wekî min got, li Sûriyeyê faktora Îran û Rûsyayê jî heye û em wan hemûyan li ber çavan digirin û rejima Beşar Esad jî wê rewşê li ber çavan digire. Ji ber vê rewşê ez dibêjim dê ji bo hevdîtinê hinekî din wext pêwîst bike.

Eger hevdîtin pêk hat hûn dê kîjan meseleyê bînin ser maseyê û li ser çi gotûbêjan bikin?

Îlhan Uzgel: Rewş hatiye wê astê ku hikûmeta AKPyê di meseleya Sûriyeyê de yan ti gavan navêje yan jî êdî nema kare gavan bavêje. AKP li ser çareseriya pirsgirêka Sûriyeyê bi taybetî pirsgirêka penaberan ji me re ji raya giştî re ti tiştekî nabêje. Wisa dixuye ku ti planeke wê nîne. Diyar nîne bê ka wê aqûbeta çekdarên mixalefeta Sûriyeyê çi be. Kes nizane bê ka plana wan a Îdlibê çi ye?! Esad jî got, ‘bes ji bo hevdîtinê hevdîtin nayê kirin’ divê hevdîtin li zemîneyeke diyarkirî pêk werin. Ji bo hevdîtînê divê plan hebin pêşniyaz hebin. Armanca me ew e ku em wan girêkên heyî vekin zemîneyekê ji çareseriya girêkan re saz bikin.

Rûdaw: Beşar Esad li ser vexwendin û bangên Recep Tayyîp Erdogan axivî û ji bo hevdîtîn wekî pêşmerc daxwaza vekişîna hêzên Tirkiyeyê ji axa Sûriyeyê kir. Hûn li ser vê pêşmercê Esed çi dibêjin?

Îlhan Uzgel: Ev pêşmerca Beşar Esed ne nû ye. Wezareta Karên Derve ya Sûriyeyê jî beriya bi çend rojan di daxuyaniyekê de ew pêşmerc anîbû ziman lê ji bo rastiyan jî divê mirov li hedû rûnê û bi hev re danûstendinan bike.

Em ne li dijî hevdîtina Erdogan û Esed in. Em asayîbûna pêwendiyan diparêzin. Em dixwazin pêwendiyên Tirkiyeyê bi welatên cîran re asayî bin. Ev pêşmerca Esed ne nû ye lê dîsan jî ji bo çareseriyan em wisa difikirin ku hevdîtin muhîm e û em dixwazin hevdîtina Beşar Esed û Erdogan jî pêk were.

Rûdaw:Piştî bûyerên li bajarê Kayseriyê yê Tirkiyeyê li herêmên di bin kontrola çekdarên mixalefeta Sûriyeyê de alozî derketin û li hin cihan li dijî leşkerên Tirkiyeyê xwepêşandan hatin kirin. Beşeke xaka Sûriyeyê niha di destê wan de ye. Gelo hûn dê bi wan jî re hevdîtinan bikin?

Îlhan Uzgel: Na! Çekdarên mixalefeta Sûriyeyê di bin kontrola Îstîxbarata Tirkiyeyê de ne, meaşê wan Tirkiye dide em li dijî hebûna pêkhateyeke wisa ne. Eger CHP were desthilatê em dê bi taybetî li ser meseleya çekdarên mixalefeta Sûriyeyê  kar bikin. Aniha di vî warî de xebatên me hene. Divê çareseriyek ji wan re were dîtin. Bêgûman divê em bi rejima meşrû ya Şamê re bicivin û em dê bicivin.
OSO dê wekî mîraseke desthilata AKPyê ji me re bimîne. Wekî partiya serekî ya mixalefeta Tirkiyeyê planeke me ya hevdîtinê bi OSOyê re nîne.

Hêza meşrû ya Sûriyeyê aktorê meşrû yê Sûriyeyê rejima Beşar Esad e bijardeya me ya serekî ew e ku ji bo çareseriya pirsgirêkan bi rejima Beşar Esed re hevdîtinan bikin.

Rûdaw: AKP sala 2013an çend caran bi Hevserokê PYDê Salih Muslim re hevdîtin pêk anîn. Piştre ew hevdîtin bi dawî bûn. Eger CHP bibe desthilat wê bi PYDyê re bicive?

Îlhan Uzgel: Ez vê bi eşkereyî bêjim li Sûriyeyê ji bilî rejima Beşar Esad em bi ti kesekî din re nacivin û hevdîtinan nakin. Ji bo me hêza meşrû li Sûriyeyê Beşar Esad e.

Rûdaw: Gelo li gorî CHPyê tenê hevdîtina bi Esed re dê pirsgirêkên Tirkiye û Sûriyeyê çareser bikin?

Îlhan Uzgel: Çend kilîtên vê meseleya Sûriyeyê hene. Yek ji wan hevdîtina bi Beşar Esed re ye. Sûriye welatekî cîran e û bi tenê ji Beşar Esed pêk nayê. Hêzên mezin yên wekî Amerîka û Rûsyayê hene, Îran heye. Bêyî angajeya dîplomasiya navneteweyî meseleya Sûriyeyê çareser nabe. Heger pêwîst bû divê bi Amerîka, Rûsya û Îran Yekîtiya Ewropayê re hevdîtin bên kirin. Esed tenê aliyekî meseleyê ye, dîplomasiya navneteweyî lazim e, pirsgirêka mirovî heye pirsgirêka koçberan heye. Beşar Esed jî wekî lîderekî niha serweriya wî li ser hemû xaka Sûriyeyê nîne. Çareserkirina pirsgirêkan bi lîderekî wisa jî re zor e.

Rûdaw: Gelekî spas ji bo we dem veqetand.

 Îlhan Uzgel: Ez spasiya we dikim qewet be û rojek xweş.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst