Siyasetmedara Kurd Îlham Ehmedê ragihand ku Kurd li Sûriyeyê derbasî qonaxeke nû bûne.
Îlham Ehmedê her wiha eşkere kir ku biryara wê derketiye û ew dê bibe endama Parlamentoya Sûriyeyê.
Siyasetmedara Kurd Îlham Ehmedê di hevpeyvîneke taybet a Rûdawê d pirsên Dilbixwîn Dara bersivandin.
Wê li ser pêvajoya întegrasyonê ya li Sûriyeyê, pêşeroj û mafên Kurdan, zimanê perwerdeyê, meaşên karmendan û pêwendiyên bi aliyên din re agahiyên girîng dan.
"Kurd derbasî qonaxeke nû bûn"
Îlham Ehmedê bal kişand ser pêvajoya nû ya li Sûriyeyê û diyar kir ku Kurd êdî bûne beşek ji navenda biryarê û got, “Di dîrokê de her tim Kurd li derveyî navenda biryarê hatine hiştin. Vê carê Kurd di nav de ne û qebûlkirinek çêbûye ku Kurd di vî welatî de dijîn. Ev yek tiştekî nû ye.”
Îlham Ehmedê destnîşan kir ku qebûlkirina xweseriyê hîn kêm e lê ew dixwazin di paşerojê de mafê birêvebirina xwecihî û xweseriyê bixin nav destûra nû ya Sûriyeyê.
Siyasetmedara Kurd li ser helwesta Erebên şovenîst jî anî zimên ku divê dewlet rê li ber gotara kîn û nefretê bigire û hevwelatîbûnê teşwîq bike.
"Divê Kurdî bibe zimanê fermî yê perwerdeyê"
Rayedara Kurd li ser mijara perwerdeyê jî agahî dan û diyar kir ku niha li dibistanan hefteyê 3 saet dersa Kurdî heye û her wiha 3-4 pirtûkên dîrok, cografya û felsefeyê jî bi Kurdî ne.
Îlham Ehmedê daxwaza xwe ya sereke wiha anî zimên, “Em dixwazin di destûrê de mafê perwerdeya bi zimanê dayîkê hebe û Kurdî bibe zimanê fermî yê perwerdeyê. Dîplomayên pola 9an hatine qebûlkirin, yên zanîngehê jî dê bên qebûlkirin.”
Wê eşkere kir ku ne tenê li Rojavayê Kurdistanê, li bajarên wekî Şam, Dera û Babê jî ji bo Kurdan dibistanên Kurdî hatine vekirin.
Mûçeyên karmend û leşkeran kî dide?
Li ser pirsa mûçeyan, Îlham Ehmedê da zanîn ku pêvajoya entegrasyonê hîn bi dawî nebûye û lîsteyên navan hatine şandin.
Îlham Ehmedê li ser dana mûçeyan ev tişt gotin, “Ew hêzên leşkerî yên ku endamtiya wan hatiye qebûlkirin û ketin nav lîwayan, dewlet meaşê wan dide. Lê beşê din ê mayî ku hîn di fermiyetê de nehatine pejirandin, em barê wan radikin. Mûçeyên karmendan jî ji wan dahatên ku heta niha me kom kiribûn, em didin.”
Îlham Ehmed dibe parlamenter
Îlham Ehmed eşkere kir ku wan ji bo wezaret û balyozxaneyan lîsteya navan daye Şamê û ew li benda bersiva dewletê ne.
Li ser pirsa “Gelo tu dê bibî endama Parlamentoya Sûriyeyê?” Îlham Ehmed bersiveke zelal da û got: “Biryar heye lê pêdivî bi rêkarên pratîkî heye ku divê ji aliyê serokkomar ve bimeşe. Ez dê di Komîteya Karên Derve de cih bigirim.”
Pêwendiyên bi ENKSyê re rawestiyane
Îlham Ehmedê li ser pêwendiyên bi Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyeyê (ENKS) re anî zimên ku niha xebateke wan a hevbeş nîne û got: “Di çarçoveya peymana ku çêbûbû de cemidandinek heye. Di têgihiştina ka dê karê hevbeş çawa bimeşe û hevbeşî çawa be de pirsgirêkeke cidî heye. Me dixwest ew di birêvebiriya parêzgehê de cih bigirin lê bersiveke baş çênebû.”
Îlham Ehmedê bal kişand ser wê yekê ku derî bi temamî nehatiye girtin û ev pirsgirêk dikarin paşê werin çareserkirin.
Rola Nêçîrvan Barzanî
Siyasetmedara Kurd li ser pêwendiyên bi Herêma Kurdistanê re diyar kir ku têkiliyên wan qut nebûne û roj bi roj baştir dibin.
Îlham Ehmedê pesnê rola Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî da û got, “Heta niha bi rastî rola xwe lîstiye û cihê spasiyê ye. Ji ber ku pêvajoya întegrasyonê hîn bi dawî nebûye û xalên pirsgirêkdar hene, bi saya pêwendiyên xwe dikare ji niha û pê ve jî baştir bibe alîkar.”
Rûdaw: Em qala entegrasyonê dikin; ez dibînim hûn gelekî pê re mijûl in û we xelk jî gelekî pê ve rawestandiye, wekî ku hêviya we di entegrasyonê de gelek be, nexwe ev entegrasyon dê çi bide Kurdan?
Îlham Ehmed: Ez wisa bibêjim, bi vê peymanê re guhertinek çêbû ku Kurd li Sûriyeyê derbasî qonaxeke nû bûn û Sûriye bi xwe jî derbasî qonaxeke nû bû, ji ber ku di wê dîroka ku her tim Kurd li derveyî wê û li derveyî navenda biryardanê hatibûn hiştin de vê carê Kurd di nav de ne û qebûlkirinek û îtîrafek çêbûye ku Kurd di vî welatî de dijîn. Ev yek tiştekî nû ye; ji bo vê kêm e, yanî em nabêjin Mersûma 13an temam e, lê heye û bûye bingehek, lewma em girîngiyê didinê û em dibêjin ev dibe bingeha seqamgiriyê û bingeha ku em bibin hevbeşên vî welatî.
Rûdaw: Baş e, hûn berê li Rojavayê Kurdistanê her tişt bûn, her tişt di destê we de bû, desthilat bûn û dewlet bûn; gelo niha tiştek bi navê Rojavayê Kurdistanê maye?
Îlham Ehmed: Rojava wek erdnîgarî di zihn û di ruhiyeta civakê de heye, di fermiyetê de nîne lê wexta ku Kurd bi hev re diaxivin her tim dibêjin Rojava; ji bilî wê jî xweserbûna herêmê ji aliyê çandî ve û heta ji aliyê pergalê ve heye ku xelkê herêmê bi xwe di nav avasaziyê de cih digirin û bi rê ve birina wê di destê wan de ye, nexwe heta astekê xweserbûnek wisa heye.
Rûdaw: Ev xweseriya niha ku heye, dikare bibe tiştekî destûrî yan tenê bi vî rengî dê bimîne?
Îlham Ehmed: Em hewl didin û gerek e bibe destûrî; destûrî jî çawa, dema ku hikmên xwecihî yanî birêvebiriyên herêmî xurt bûn em dixwazin bi şêwazekî wisa di nav destûrê de bi cih bikin, têkoşîna me di wê demê de jî ji bo ku destûr bi rastî maf bide parêzgehan û hemû neteweyên tê de da ku di hikmên xwecihî de karibin xwe bi rê ve bibin, em dê wê têkoşînê bidin.
Rûdaw: Gelo dê pêkhateyên Ereb ên ku ligel Kurdan dijîn, bi taybetî li parêzgeha Hesekê, vê yekê qebûl bikin? Mesela me di van demên dawî de dît ku êriş kirin, êrişî Kurdan kirin û heta li hin cihan wêneyên Saddam Husên jî bilind kirin; hûn dê çawa karibin wan pêkhateyên din ên ku we demekê digot biratiya gelan û ligel wan dixebitîn razî bikin ku Kurd bi xwe herêmên xwe bi rê ve bibin?
Îlham Ehmed: Niha di nav wan birêvebiriyan de cihên ku Ereb lê hene, Erebên heman herêmê wan deran bi rê ve dibin, yanî di nav avasaziyê de hene û berê jî hebûn; ew ên ku bi vî şêwazî pirsgirêk derxistine hinekan ji wan ew in ku li herêmê nînin û ji derve vegeriyane, hinekan ji wan Baasiyên kevn in û xwediyê zihniyeta şovenîst in ku vê yekê naxwazin.
Di çarçoveya dewletê de û bi hikûmetê re em wekî erkeke sereke dibînin ku divê rê li ber vê zihniyetê bê girtin û gotara kîn û nefretê ji holê rabe; ya duyem jî divê ev dewlet bi xwe rê veke û teşwîq bike ku bibêje ev jî hevwelatî ne, mafê wan e ku di nav avasaziyê de cih bigirin û van saziyan bi rê ve bibin, yanî ev erka li ser milê dewletê ye û em jî hêvî dikin ku di paşerojê de vî rolî bilîze.
Rûdaw: Hûn bi dewletê re gelekî didin û distînin, diçin û tên, ligel Ehmed Şer û Wezîrê Karên Derve hevdîtinan dikin; hûn bawer dikin ku bi rastî ew dixwazin mafekî destûrî bidin Kurdan?
Îlham Ehmed: Em dibînin ku erê, tevî ku hîn nîqaşa destûrî bi xwe nehatiye kirin jî, li hemberî Kurdan bi taybetî ji bo ku bibin xwedî maf û nasname nêzîkatiyeke vekirî heye, ligel ku bandora dewletên herêmî yan yên derve li ser atmosfera giştî ya hindirîn hîn heye, lewma jî hinek rasterast bi xwe û hinek jî di bin bandora derve de xwediyê wan ramanan in.
Rûdaw: Meseleya ziman gihîşte kû derê, Îlham Xanim? Mesela perwerde dê çawa be; gelo tenê sê ders bin yan jî bi rastî dê li herêmên Kurdî perwerde bi zimanê Kurdî û Erebî be?
Îlham Ehmed: Niha perwerde ne tenê sê ders in, li gorî biryarê sê saet dersa Kurdî tê de ye lê li kêleka wê çar pirtûkên din jî bi Kurdî ne ku sê pirtûk ji wan wek dîrok, cografya û felsefe ji bo vê salê hatine diyarkirin, me gotiye ku piştî wergerandinê em dê hewl bidin daîmî bibin, yanî bi vî şêwazî çar pirtûkên din jî bi zimanê Kurdî têne dayîn.
Pirsgirêk li vir e ku zarokên Kurd heta niha bi zimanê Kurdî xwendine û Erebî nizanin, ev yek pirsgirêkê çêdike û ev pêvajo merheleyeke veguhêz û navber dixwaze; ya din jî tesbîtkirina madeyeke wiha di destûrê de ye ku bibe mafê Kurdan ê perwerdeya bi zimanê dayîkê û bibe zimanê fermî yê perwerdeyê, gava ev çêbû ka em dê kîjan babetê bi Erebî an bi Kurdî bidin zêde ne pirsgirêk e.
Rûdaw: Dîplomayên ku heta niha hene, gelo hikûmet dê wan qebûl bike?
Îlham Ehmed: Qebûl kirine, yên pola nehan hemû qebûl kirine û yên zanîngehê jî gava dest pê bibe dê bên qebûlkirin.
Rûdaw: Baş e, ew dersên ku hûn qal dikin, li Efrînê û li Serê Kaniyê jî dê bên xwendin?
Îlham Ehmed: Belê, mersûm ji bo hemû herêmên ku Kurd tê de dijîn derketiye û ji bo giştî Kurdan e; hetta li hin bajarên ku heta niha Kurdî tê de nîne û Kurd lê hene lê bi Kurdî naaxivin jî hatiye xwestin ku dibistanên Kurdî lê vebin, mesela li Heweyê 5 dibistan vebûn, li Şamê vebûn, li Derayê dixwazin û li Babê û deverên din jî dê bi Kurdî bê xwendin.
Rûdaw: Mûçeyê karmendên ku berê di birêvebiriya xweser de bûn û niha li ser karê xwe ne, kî dide; hûn didin an hikûmet dide?
Îlham Ehmed: Niha lîsteyên navên karmendan hatine amadekirin û şandin, li bendê ne ku bên pejirandin da ku bê diyarkirin ew karmendên van saziyan in, lê ji ber ku ev yek hîn çênebûye di vê navberê de meaşên wan hîn jî em didin.
Rûdaw: Hûn ji kû derê tînin wan pereyan, Îlham Xanim?
Îlham Ehmed: Wekî ku tê zanîn, ji wan dahatên ku heta niha me kom kiribûn, em li ser wî esasî meaşên wan didin.
Rûdaw: Pere û meaşên hêzên leşkerî kî dide?
Îlham Ehmed: Beşek ji hêzên leşkerî yên ku endamtiya wan hat qebûlkirin û ketin çarçoveya lîwayan dewlet dide, lê beşê din ê mayî ku hîn navên wan di çarçoveya fermiyetê de nehatine pejirandin, barê wan em hildigirin.
Rûdaw: Tiştekî bala min kişand, mesela hikûmetê heta niha postên sereke yên serweriyê ji bo Kurdan pêşkêş kirine yan na?
Îlham Ehmed: Na, nîne.
Rûdaw: Sedem çi ye?
Îlham Ehmed: Di vê mijarê de di peymana me ya 29ê Kanûna Paşîn de xaleke wisa hebû ku gerek di hemû wezaretan de nûner hebin, damezrandin hebin û hinek wezaretan em bi rê ve bibin; di vî warî de dan û standinên me hene lê hîn bi dawî nebûne, me lîsteyên navan şandine û mesela entegrasyonê hîn dewam dike.
Dosyeyên vebûyî hene ku dan û standin li ser wan heye û yên venebûyî jî hene, me ji bo balyozxane û wezaretan nav pêşkêş kirine û em li benda bersiva dewletê ne; eger qebûl nekin tê wê wateyê ku hevbeşiyê qebûl nakin an jî di têgihiştina hevbeşiyê de pirsgirêk heye.
Rûdaw: Te berê hevserokatiya têkiliyên derve ya Rojavayê Kurdistanê dikir, me bihîst ku tu dê bibî endama parlamentoya Sûriyeyê; gelo ji bo vê biryarek hatiye derxistin?
Îlham Ehmed: Biryar heye lê pêdivî bi rêkarên pratîkî heye ku divê ji aliyê serokkomar ve bimeşe.
Rûdaw: Di dema pêş de parlamenterî yanî?
Îlham Ehmed: Belê.
Rûdaw: Tu dê di komîteyan de cih bigirî?
Îlham Ehmed: Belê, rast e.
Rûdaw: Çi komîte be?
Îlham Ehmed: Me li ser Karên Derve axivîbû û dê di wê çarçoveyê de be.
Rûdaw: Demekê navbera we û ENKSyê baş bû, dan û standin û civîn hebûn, we konferansek li Qamişloyê çêkir lê paşê tiştek nema; hûn niha bi hev re dixebitin, planeke hevbeş heye yan hûn ji hev dûr ketine?
Îlham Ehmed: Di çarçoveya peymana ku çêbûbû de cemidandinek heye, yanî ez nikarim bibêjim di van çend mehên dawî de karekî hevbeş heye.
Rûdaw: Pirsgirêk li kû derê ye?
Îlham Ehmed: Di hin xalan de derbarê têgihiştina ka dê karê hevbeş çawa bimeşe û hevbeşî çawa be pirsgirêkeke cidî heye, meseleya hişmendî û nêzîkatiyê ye ku em ê çawa bibin hevbeşên meşandina vê projeyê; mesela me dixwest di birêvebiriya parêzgehê de cih bigirin lê bersiveke baş di wê demê de çênebû, dîsa jî ev nayê wê wateyê ku derî bi temamî hatiye girtin, dikare di paşerojê de ev pirsgirêk bên çareserkirin û pêwîst e werin çareserkirin jî.
Rûdaw: Di vê pêvajoya entegrasyonê de di pêwendiyên we yên derve de ligel welatên cîran, mînak Tirkiyeyê de, ti guhertin çêbû?
Îlham Ehmed: Ez nikarim bibêjim guhertineke cidî heye lê dan û standin heye.
Rûdaw: Pêwendiyên we yên li gel Amerîka û Ewropayê piştî nemana birêvebiriya xweser û saziyên HSDyê di çi astê de ne, hûn çawa bi wan re didin û distînin?
Îlham Ehmed: Bi giştî dan û standin didomin, hem di warê şopandina entegrasyonê de û hem jî gava pirsgirêkek derdikeve ji bo çareseriyê rola xwe dilîzin; her wiha di çarçoveya giştî ya seqamgiriya Sûriyeyê û misogerkirina mafên Kurdan de dan û standinên me wekî berê hene.
Rûdaw: Pêwendiyên we yên li gel Başûr çawa nin?
Îlham Ehmed: Pêwendiyên me yên bi Başûr re qut nebûne, berovajî wê her tim dan û standin hebûye û ez dibînim ku baştir jî dibe.
Rûdaw: Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî berî demekê li Şamê bû; bi dîtina te dikare roleke çawa bilîze, bi taybetî ku pêwendiyên wî li gel Ehmed Şer û aliyên Sûriyeyê baş in, hûn çi daxwazê jê dikin?
Îlham Ehmed: Heta niha bi rastî rola xwe lîstiye û cihê spasiyê ye; ji niha û pê ve jî ji ber ku mesela entegrasyonê hîn bi dawî nebûye û xalên pirsgirêkdar hene ku pêwîstî bi alîkariyê heye, bi saya wan pêwendiyan dikare baştir bibe alîkar.
Rûdaw: Gelek kes dibêjin piştî ku birêz Mezlûm Ebdî ew posta şêwirmendiyê wergirt, dibêjin postên ku Kurd ji Şamê distînin li gorî şehîdên ku dane, li gorî desthilata ku berê di destê wan de hebû, gelekî biçûk in. Bi rastî wisa ye?
Îlham Ehmed: Armanca me ya sereke ew e ku em gelê xwe di wan deveran de bi cih bikin, eger em mafên wan misoger bikin û temsîliyeta Kurdan di saziyên dewletê de bi nasnameya wan adilane be û bikeve destûrê, wê demê me ew post ji bo gelê xwe layiq dîtine; di vê qonaxê de lîstina van rolan girîng e ku aliyekî berpirsiyariya Sûriyeyê digirin ser milê xwe û aliyê din jî meşandina berpirsiyariya doza gelê me didome, ji ber ku hîn dan û standin pêwîst in û ev gav dikarin îmkanan biafirînin.


