Berdevkê Partiya Demokrat a Kurdistanê-Îranê (PDK-Î) Xalid Ezîzî ragihand ku wan her tim piştgiriya çareseriya aştiyane kiriye û ew amade ne li gel Îranê dest bi guftûgoyê bikin.
Xalid Ezîzî bû mêhvanê Rûdawê û pirsên Hîwa Cemal ên li ser mijarên di rojevê de bersivandin.
"Pirsgirêka Kurdan bi diyalogê çareser dibe"
Xalid Ezîzî diyar kir ku ew çareseriya aştiyane her tim çêtir dibînin û got:
"Em di wê baweriyê de ne ku Pirsgirêka Kurdan bi rêya guftûgo û diyalogê çareser dibe. Em amade ne li gel Îranê guftûgoyê bikin lê bêyî hevalbendiya partiyan em naçin nav ti dan û standinan."
Ezîzî li ser biryardana partiyên Rojhilatê Kurdistanê jî anî zimên, "Em bi xwe biryarê li ser çarenivîsa partî û gelê xwe didin."
Konsulê Giştî yê Komara Îslamî ya Îranê yê Hewlêrê Feramerz Esedî ji Rûdawê re gotibû ku ne wan Dr. Qasimlo kuştiye.
Berdevkê PDK-Îyê bersiv da daxuyaniyên wî û got:
"Gotinên Konsulê Îranê rengvedana helwesta Artêşa Pasdaran a Îranê ne. Îranê bi dehan serkirde û ciwanên me teror kirine lê Hizba Demokrat ti carî bi terorê bersiva terorê nedaye."
Xalid Ezîzî her wiha bal kişand ser rewşa penaberên li Herêma Kurdistanê û destnîşan kir:
"Kamp tenê cihê niştecihbûna welatiyên sivîl in. Em Îraq û Kurdistana Îraqê nakin eniya paşîn a şer."
"Bi bidarvekirinê dengê Kurdan nayê birîn"
Xalid Ezîzî li ser guvaş û siyaseta zextê ya Tehranê ya li hemberî Kurdan jî anî zimên, “Îran bi kuştin û darvekirinê nikare dengê Kurdan qut bike."
Naveroka hevpeyvîna bi Berdevkê Partiya Demokrat a Kurdistanê-Îranê (PDK-Î) Xalid Ezîzî wiha ye:
Rûdaw: Gelekî spas ji bo amadebûna te. Te wekî Berdevkê Partiya Demokrat a Kurdistanê-Îranê du-sê caran qala pêwîstiya dan û standina bi Komara Îslamî ya Îranê re kir. Pirs ev e, gelo hûn niha jî ji bo dan û standinê amade ne?
Xalid Ezîzî: Em wekî Partiya Demokrat a Kurdistanê-Îranê ji zû ve her tim di wê baweriyê de bûne ku çareseriya aştiyane qebûl bikin. Rêbaza guftûgo, rûniştin û diyalogê li ba Partiya Demokrat a Kurdistanê-Îranê di hemû deman de wekî prensîbekê hebûye. Piştî Şoreşa Îranê jî dema ku dan û standin negihîştin encamekê û êrişî Kurdistanê hat kirin, dîsa bi hincetên cuda di serdemên cuda de em bi Komara Îslamî re rûniştin.
Rûniştina fermî ya dawî jî li Norwecê pêk hat ku bi destpêşxeriya rêxistinekê û di bin çavdêriya Wezareta Karên Derve ya Norwecê de bû. Lewma ji aliyê baweriyê ve Partiya Demokrat di wê baweriyê de ye ku divê pirsgirêka Kurdan her tim bi rêya guftûgo û diyalogê were çareserkirin.
Rûdaw: Bi baweriya cenabê te, niha zemîna dan û standina bi Komara Îslamî ya Îranê re heye?
Xalid Ezîzî: Bi liberçavgirtina rewşa niha ya navxwe ya Îranê û pirsgirêkên herêmê, her wiha ji ber ku li Tehranê ne diyar e ka desthilat di destê kê de ye û her carê kesek tiştekî dibêje, her wiha ji ber vê rewşa ku nêzîkî salekê ye bi Amerîka û Îsraîlê re mijûlî peyman û şer in, ez wê zemînê nabînim. Tevî vê yekê, eger Komara Îslamî bi xwe daxwazê ji Partiya Demokrat bike û bibêje em dixwazin bi we re biaxivin, Partiya Demokrat a Kurdistanê amade ye guhdariya wan bike. Pişt re rêbazên dan û standinê tên holê û wê demê derdikeve holê ka dê çi biguhere, dê çi bi ser de bê û ber bi kû ve biçe. Gelek faktorên teknîkî bandorê li ser tevahiya vî pêvajoyî dikin.
Rûdaw: Niha hûn parçeyek an parçeyekî sereke ne ji Hevpeymaniya Aliyên Kurdistanî yên Rojhilatê Kurdistanê, gelo ew Hevpeymanî dan û standina bi Komara Îslamî ya Îranê re qebûl dike yan tenê hûn in?
Xalid Ezîzî: Heta vê kêlikê, bi qasî ku ez agahdar im ew mijar di nav Hevpeymaniyê de nehatiye rojevê. Lê eger rojekê ji rojan daxwazeke bi vî rengî ji Partiya Demokrat were kirin, bê guman Partiya Demokrat dê vê mijarê bi hevpeymaniyê re gotûbêj bike. Me di raboriyê de jî di rûniştinên Norwecê de du baskên Demokrat û du baskên Komeleyê bûn, me bi hev re qal kir û em bi hev re ketin nava wê pêvajoya rûniştinan ku ti encameke wê nebû.
Rûdaw: Li cem we kî biryara dan û standinê dide? Pirsa min ew e, gelo hûn wekî partî serbixwe van biryaran didin yan li derveyî we kesek biryarê dide ku hûn dan û standinê bikin yan nekin?
Xalid Ezîzî: Di dirêjahiya dîrokê de di hemû wan dan û standinên ku me bi Komara Îslamî re hebûn, piştî derbeyê hemû wan guftûgo û dan û standinan serkirdayetiya Partiya Demokrat a Kurdistanê-Îranê biryar li ser wan daye. Partiya Demokrat ji wan partiyan e ku çi qas tu li raboriya pêwendiyên wê binêrî, dema xwe ya bi Îraqê re di serdema Saddam Husên de, pêwendiyên bi welatên din ên herêmê re, pêwendiyên bi Amerîkayê re, bi Ewropiyan re, bi aliyên Kurdistanî re, her tim bi xwe li gorî xwendin û giraniya berjewendiya Kurdan a li Kurdistana Îranê biryar li ser daye.
Ji ber vê yekê ez dikarim bi zelalî bibêjim ku em partiyeke wisa ne ku li ser vê mijarê pişta xwe bi nêrîna xwe ve girêdidin û em bi xwe biryarê didin. Partiya Demokrat partiyeke sazûmankirî ye, gelek endamên wê hene, Komîteya Navendî heye, Desteya Kargêrî heye, her tim ew mijar li wir tên guftûgokirin û biryar tê dayîn.
Rûdaw: Konsulê Giştî yê Îranê yê li Hewlêrê di hevpeyvînekê de bi Rûdawê re ku pêncşema borî hat weşandin, qebûlkirina dan û standina bi we û partiyên din ên Rojhilatê Kurdistanê re red kir. Gelo Îranê di vê heyamê de ti hewl dane ku bi we re rûnê, yan we daxwazeke wiha kiriye? Mebesta min di vê heyama borî de ye?
Xalid Ezîzî: Ya yekem, Konsulê Îranê yê li Hewlêrê wekî hemû konsul û balyozên li Rojhilata Navîn û li welatên cîranên Îranê ye. Bi mikurhatina Wezîrê Karên Derve yê hikûmeta Rûhanî jî ku heşt salan Wezîrê Karên Derve bû û van rojan jî qala wê kir, bi dehan caran dibêje ew balyoz û konsulên me yên li wan welatan hemû girêdayî Feyleqa Qudsê ne, ne dîplomat û karsaz in. Tiştê ku Konsulê Îranê yê li Hewlêrê got, di rastiyê de bêhtir nêrîna rayedarên Îranî ye ku mirov dikare bibêje niha hemû Pasdarên Îranê ne, bêhtir ew di vê pêwendiyê de biryarê didin.
Rûdaw: Hûn berê sala 1989an li Viyanayê, sala 1992yan li Almanyayê bi Komara Îslamî ya Îranê re rûniştin û di her du caran de jî her du sekreterên we Dr. Ebdulrehman Qasimlo û Dr. Sadiq Şerefkendî hatin kuştin. Konsulê Giştî yê Îranê dibêje li Viyanayê êriş li ser her du aliyan bi hev re hatiye kirin û wan Qasimlo ne kuştiye. Pirs ev e, gelo dadgehên Viyana û Mykonosê ti tişt îsbat kirine?
Xalid Ezîzî: Mixabin bi qasî ku pêwendî bi kuştina Dr. Qasimlo ya li Viyanayê heye, heta niha jî darizandinek çênebû. Wê demê dosyeya kuştina Dr. Qasimlo bû babeta dan û standina welatan ku wê demê şerê Îranê yê bi Îraqê re bi dawî bûbû. Lewma tiştê ku li Viyanayê qewimî, Komara Îslamî kir û ew kesê ku li wir ji rayedarên Komara Îslamî birîndar bû di nava dan û standinê de bû.
Partiya Demokrat ti carî di wê baweriyê de nebûye ku aliyekî din li dijî wê dan û standinê be û hatibe li wir gule reşandibin. Nexêr, hemû ev planên Komara Îslamî bûn. Ew pasdarên terorîst bûn ku bi navê kesên dîplomat hatibûn wir û tevahiya geşt û vegera wan ev yek eşkere kir.
Ya duyem, li ser dosyeya Mykonosê di rastiyê de doz lê hat vekirin û çar-pênc sal şûnde li Almanyayê dadgehek bi navê Dadgeha Mykonosê hat avakirin. Wê dadgehê di navbera Yekîtiya Ewropayê û Îranê de jî krîz derxist holê. Dadgehê biryar da ku ew bûyer bi biryar û çavdêriya rêberên asta jor ên Komara Îslamî hatiye encamdan.
Rûdaw: Îran we bi kuştina xelkê sivîl ê li navxweya welêt tohmetbar dike. Çima ev tohmet arasteyî we tê kirin?
Xalid Ezîzî: Dîrokê ev yek jî îsbat kiriye. Wan Dr. Qasimlo û Dr. Şerefkendî kuştin û bi dehan kadroyên me li Kurdistana Îraqê kuştin, li navxweya welêt xelkê me bi darve kirin, mûşek li me barandin. Partiya Demokrat ti carî teror bi terorê bersiv nedaye. Dîroka Partiya Demokrat û pêwendiyên me yên bi aliyên Îranî re beravajî Komara Îslamî ye, li welatên derve, li Amerîkayê û li her derê rêber û nûnerên Partiya Demokrat wekî partiyeke siyasî tên naskirin û tên pêşwazîkirin. Ti carî ti aliyan navê terorê li me nekiriye. Ew nav li bejn û bala Komara Îslamî tê û li Partiya Demokrat a Kurdistanê-Îranê naye.
Rûdaw: Piştî hevpeyvîna me ya bi Konsulê Giştî yê Îranê re, ducare êrişî kampa penaberan hat kirin. Gelo di wan kampên li Herêma Kurdistanê de Pêşmerge û hêzên çekdar hene?
Xalid Ezîzî: Li ser mijara wan kampan, ji bo agahdariya cenabê te û bi taybetî ji bo agahdariya xelkê Başûrê Kurdistanê, em ev çendîn sal in bi Hikûmeta Îraqê, bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê û heta bi Neteweyên Yekbûyî yên li Îraqê re di guftûgoyê de ne. Ez bi xwe jî di rûniştineke bi Neteweyên Yekbûyî re li ser hûrgiliyên wan kampan beşdar bûm. Ew kamp ti carî kampên çekdarî nebûne, berevajî kampên sivîl in.
Eger saziyeke partiyê jî li wir hebe, ew Yekîtiya Ciwanan, Yekîtiya Jinan, dezgehên parastina zarokan, nexweşxane û dibistan in. Neteweyên Yekbûyî, rayedarên Îraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî vê yekê dizanin. Dema ku ew kamp tên armanckirin, di rastiyê de ne cihên çekdarî ne. Em ne niha û ne jî di paşerojê de amade ne wan kampan bikin navendeke leşkerî. Ev îdiaya Komara Îslamî bi temamî ne rast e û ne di cihê xwe de ye.
Rûdaw: Gelo hûn ji Herêma Kurdistanê Pêşmergeyan dişînin Rojhilatê Kurdistanê, wekî ku Konsulê Giştî yê Îranê yê li Hewlêrê got?
Xalid Ezîzî: Me bi Hikûmeta Îraqê û bi ya Herêma Kurdistanê re jî qal kiriye û me soz daye ku em Kurdistana Îraqê û Îraqê nakin eniya paşîn a şer. Ji bo agahdariya cenabê te, li navxweya welêt tevgereke berfireh a sivîl heye. Xelkê Rojhilatê Kurdistanê bi kêfxweşî hem hesta wan a neteweyî bilind e û hem jî hesta wan a siyasî li asta jor e. Wan di tevahiya van çend salan de nîşan daye ku li meydanê ne. Partiya Demokrat vê yekê pêwîst nabîne ku di vî xebat û têkoşîna xwe de desteyek Pêşmerge bişîne nava Kurdistana Îranê û şerê çekdarî bike, di demekê de ku bi sed hezaran kes li navxweya welêt mijûlî xebat û qurbandana xwe ya sivîl in.
Rûdaw: Nexwe li navxweya Rojhilatê Kurdistanê xelk bi we re ye? Çimkî Konsulê Giştî dibêje kes bi we re nîne?
Xalid Ezîzî: Rayedarên Komara Îslamî bi xwe û Konsulê Giştî jî hemû baş dizanin, bi taybetî di van demên dawî de: Ya yekem, nêzîkî 47 sal in êrişî Kurdistanê kirine, ew qasî endam û kadroyên Partiya Demokrat û aliyên din girtine, bi darve kirine û xistine zindanan lê ev partî her li cihê xwe ye.
Ya duyem, “Serhildana Jînayê” nîşan da ku xelkê Rojhilatê Kurdistanê çi qasî li meydanê bûn û bi awayên curbicur piştgirî da Partiya Demokrat û aliyên din.
Ya sêyem, di encama vî şerî de jî derket holê ku xelkê Rojhilatê Kurdistanê bi awayên curbicur li beramberî Komara Îslamî rawestiyane. Ji van hemûyan girîngtir, Komara Îslamî hewl dide tevgera me û doza me tenê bi partiyan pênase bike.
Rihên wan partiyan jî di nav wî xelkî de hene. Ew di rastiyê de bi vî rengî bi hêsanî nikarin wan partiyan tune bikin û ne jî wî hemû xelkê Rojhilatê Kurdistanê ku bi sed hezaran û bi milyonan kes bi awayên cuda dertên meydanê. Nexêr, ew îdia ne rast in, lê belê ew bi xwe dixwazin û amade ne.


