Seroka Şaredariya Navçeya 10emîn a Parîsê Alexandra Cordebard ji Rûdawê re got, "Em gelekî deyndarê Kurdan in."
Me li Parîsa paytexta Fransayê bi Seroka Şaredariya Navçeya 10emîn a wî bajarî, Alexandra Cordebard re hevpeyvînek kir.
Alexandra Cordebardê qala girîngiya civaka Kurd a li Fransayê kir.
Wê her wiha bal kişand ser rola "Mala Kurdistanê" û pêwendiyên di navbera Kurd û Fransiyan de.
Alexandra Cordebard her wiha rola Kurdan a di şerê dijî DAIŞê de bi bîr anî û destnîşan kir ku ew "deyndarê Kurdan in."
Naveroka Hevpeyvîna bi Seroka Şaredariya Navçeya 10emîn a Parîsê Alexandra Cordebardê re bi vî rengî ye:
Rûdaw: Silav, gelek spas ji bo vê hevpeyvînê. Rêxistineke bi navê 'Mala Kurdistanê' li Fransayê çi qasî girîng e ji bo Kurdan û ji bo pêwendiyên di navbera Kurd û Fransiyan de?
Alexandra Cordebard: Berî her tiştî wekî Şaredara Navçeya 10emîn dixwazim bibêjim, Kurd bi dehan sal in beşek in ji şêniyên me û ji civaka me. Di navbera me û wan de pêwendiyeke pêbaweriyê ava bûye. Me xwestiye û em dixwazin ku çanda Kurdan bikaribe li vir, li Fransayê jî bijî.
Rûdaw: Proje ji bo ciwanên Kurd ên li Fransayê ji dayîk bûne hene. Hûn ji van ciwanan çi hêvî dikin?
Alexandra Cordebard: Kurd ji çend nifşan ve ye li Fransayê dijîn, entegre dibin û li Fransayê hatine entegrekirin. Ciwanên Kurd îro beşek in ji ciwanên me.
Ew jî mîna hemû diyasporayan û zarokên diyasporayê dixwazin hem çanda xwe ya Kurdî biparêzin û hem jî bi çanda Fransayê re bijîn. Loma jî gelekî sirûştî ye ku cihên guh didin çanda Kurdî, li Fransayê werin damezirandin.
Rûdaw: Kurdan di şerê dijî DAIŞê de roleke girîng lîst. Serokkomarê berê yê Fransayê François Hollande Herêma Kurdistanê ziyaret kir û destxweşî li hêzên Pêşmergeyan kiribû. Hûn Kurdan çawa dibînin û pêwendiyên we yên bi Kurdan re çawa ne?
Alexandra Cordebard: Ez dizanim ka em çi qasî deyndarê Kurdan in, hem di dirêjahiya dîrokê de û hem jî di dîroka hemdem de. Ez dizanim ku bi xêra Kurdan me karî rû bi rûyî DAIŞê bibin û xwe ji gelek êriş û mirinan biparêzin, mirinên li Ewropayê jî di nav de.
Ez dizanim ka em çi qasî deyndarê Kurdan in. Bi xwe jî şansê min çêbû ku ez bi şaredara berê ya Parîsê re biçim Kurdistana Îraqê da ku bi rayedarên Kurd re, bi taybetî li Îraqê bicivim. Her wiha ez dizanim ka ji bo Kurdan çi qasî girîng e ku bibin xwedî welatek.
Rûdaw: Divê Fransa di vê rewşa niha de ku Kurdistan û Îraq ketine navbera şerê Îran û Amerîkayê de, çawa piştgiriya dostên xwe yên Kurd bike?
Alexandra Cordebard: Fransa gelekî deyndarê Kurdan e. Ez jî yek ji wan siyasetmedaran im ku dixwazin Fransa di demên dijwar de Kurdan bi tenê nehêle. Em gelekî deyndarê wan in.
Rûdaw: Gelek spas ji bo we.
Alexandra Cordebard: Spas.



