Asayîşa Hewlêrê: 10 bazirganên madeyên hişbir hatin desteserkirin

17-07-2023
RÛDAW
Wêneyê tohmetbarên ku di operasyona Asayîşa Hewlêrê de hatine desteserkirin.
Wêneyê tohmetbarên ku di operasyona Asayîşa Hewlêrê de hatine desteserkirin.
Nîşan Hewlêr Asayîşa Hewlêrê Madeyên Hişbir
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rêveberiya Asayîşa Hewlêrê ragihand, hêzên wan di operasyonekê de bi biryara dozger 10 tohmetbarên ser bi grûpên bazirganiya bi madeyên hişbir ve desteser kirine.

Rêveberiya Asayîşa Hewlêrê roja Yekşemê 16ê Temûza 2023yan daxuyaniyek weşand û têde ragihand, ku wan çend bazirganên madeyên hişbir desteser kirine.

Di daxuyaniya Asayîşa Hewlêrê de tê gotin: “Piştî komkirina zanyariyên temam li ser çend grupên bazirganîkirina bi madeyên hişbir ji aliyê tîmên me ve, bi biryara birêz dozgerê lêkolînê yê Asayîşa Hewlêrê, me karî 10 tometbarên endamên wan grûpên bazirganîkirina bi madeyên hişbir di dema firotin û dabeşkirina madeyên hişbir de desteser bikin.”

Asayîşa Hewlêrê ragihadiye: “Yek ji bazirganên madeyên hişbir ji aliyê Rêveberiya Asayîşa Soranê ve zanyarî li ser hatibûn dayîn û piştî hemahengiyê, ew kes ji aliyê tîmên me ve hate desteserkirin.”

Li gor daxuyaniya Asayîşa Hewlêrê, “di dema desteserkirina endamên wê grûpa bazirganên madeyên hişbir de, me dest danî ser çend çekên bê destûr, qasek madeyên hişbir û amûrên bikaranîna wan madeyan. Hemû tohmetbar jî tedbîrên yasayî li hember wan hatine girtin û dê derkevin pêş dadgehê.”

Asayîşa Hewlêrê daxwaz ji hemwelatiyan jî kir, ji bo nehiştina bazirganîkirin û bikaranîna madeyên hişbir bi wan re alîkar û di nava hemahengiyê de bin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst