Berdevka HDPê: Hê jî tirs û xofa Seyîd Riza di dilê dewletê de ye

16-11-2021
RÛDAW
Berdevka HDPê: Hê jî tirs û xofa Seyîd Riza di dilê dewletê de ye
Berdevka HDPê: Hê jî tirs û xofa Seyîd Riza di dilê dewletê de ye
Nîşan Komkujiya Dêrsimê HDP Ebru Gunay Alican Onlu Seyîd Riza
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Dersîmê Seyîd Riza û hevalên wî hatin bibîranîn. Biryar bû ew rêûresma bîranînê li qada Seyd Riza birêve çûba lê polîsan rê neda û ji ber vê yekê li cihekî din ev birînanîn birêve çû. Parlamenterê HDP yê Dersîmê Alican Onlu biryara qedexekirina çalakiyê rexne kir û derbarî destwerdana polîsan de nerazîbûna xwe nîşan da. Li ser vê yekê Berdevka HDPê jî got “diyar e ku xof û tirsa Seyîd Riza hê jî di dilê dewletê de ye.”

Li qada Seyîd Riza ya Dersîma Bakurê Kurdistanê Platforma Demokrasî û Kedê ya Dersîmê û hejmareke parlamenterên HDPê bi armanca 84emîn salvegera darvekirina Seyîd Riza û hevalên wî xwestin li qadê çalakiyeke bîranînê pêk bînin û daxuyaniyekê bidin lê polîsan rê neda wan û midexale kir.

Piştî midexaleya polîsan çalakiya bîranînê li zinarên Halvorî ku di komkujiya Dersîmê de bi sedan kes lê hatibûn kuştin berdewam kir.

Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Dersîmê Alican Onlu biryara Walîtiyê ya qedexekirina çalakiyê rexne kir û derbarî midexaleya polîsan de nerazîbûna xwe nîşan da.

Piştî daxuyaniyê kesên bo bîranînê hatibûn  çalakiya rûniştinê pêk anîn û bihevre sitranên li ser Seyît Riza yên bi zaraveya zazakî gotin.

Berdevka HDPê Ebru Gunay got “ Em niha li ser girên Halvoriyê ne. Li vir 40 jin xwe avêtibûn Çemê Mûnzûrê. Lê beriya wê me xwest em li Qada Seyîd Riza bîranîn pêk bînin, lê mixabin li herî astengî derketîn. 84 sal derbas bûbe jî diyar e ku xof û tirsa Seyîd Riza hê jî di dilê dewletê de ye. Yanî dewlet naxwaze gelê Kurd bi nanama xwe, bi xwestekên xwe ji bo azadiyê têkoşîn bikin.”

Li parêzgeha Dêrsimê ya Bakurê Kurdistanê Seyîd Riza û şeş hevalên wî ku pêşengên şoreşa Kurdan bûn, di şeva 14ê Mijdara 1937an de piştî dadgehkirina ne yasayî ya bi serperiştiya Îhsan Sabrî Çaglayan li Meydana Genim a Xarpêtê hatin darvekirin. Her sal di 14-15ê  Mijdarê de di serî de li Dêrsimê û çar aliyên Kurdistanê Seyîd Riza û hevalên wî tên bîranîn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst