Li Semsûrê qeza: 4 kesan canê xwe ji dest da

16-08-2023
RÛDAW
Nîşan Semsûr Qeza
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Semsûrê di bûyereke trafîkê de 4 kesan cane xwe ji dest da û 3 kes jî birîndar bûn.

Li ser rêya navçeya Serê Golanê ya Semsûrê ya Bakurê Kurdistanê barhilgirek û otomobîlek li hev qelibîn.

Di bûyerê de şofêrê otomobîlê Sefa Eken û welatiyên bi navê Cansu Eken, Cansu Guler û Eren Eken ku di otomobîlê de bûn canê xwe ji dest da.

Herwiha 3 welatiyên bi navên Ramazan Ç., Huseyîn Avnî Doruk û Akîf Eken jî birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê û birîndar birine nexweşxaneyê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst