Li nav bajêr gule berdan jinekê û ew kuştin

16-07-2023
RÛDAW
Nîşan Rojhilatê Kurdistanê Kirmaşan Kuştina Jinan Kuştin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li bajarê Serpêl Zehawê yê ser bi parêzgeha Kirmaşanê ya Rojhilatê Kurdistanê ve, hin kesên nenas gule berdan otomobîlekê û di bûyerê de jinek hat kuştin.

Bûyer şeva Şemiyê 15ê Temûza 2023an û li kolaneke bajarê Serpêl Zehawê çê bûye.

Cîgirê Qaymeqamê Serpêl Zehawê, Sîrûs Sadiqî ragihand, şeva Înê li ser Şemiyê jinek û zarokek li kolaneke bajêr di otomobîla xwe de bûne û di rê de bûne ku du otomobîlên din li pey wan diçin û paşê guleyan berdidin otomobîla wê jinê.

Sîrûs Sadiqî diyar kiriye, kesekî di nava otomobîlekî ji wan du otomobîlan de ku li pey otomobîla wê jinê bûne, bi çeka ji corê Klaşînkof teqe kiriye û otomobîla wê jinê daye ber guleyan.

Bi gotina Sadiqî, 6 gule li otomobîla wê jinê ketine.

Cîgirê Qaymeqamê Serpêl Zehawê, di bûyerê de jin ku şofêra otomobîlê bûye, bi giranî birîndar dibe û di rêya veguhastina ber bi nexweşxaneyê de canê xwe ji dest ddide.

Nasnameya wê jinê nehatiye aşkerekirin.

Derbarê sedema bûyerê de û çarenivîsa kesên teqeker de, Cîgirê Qaymeqamê Serpêl Zehawê got: “Êrîşkar hêj nehatine desteserkirin û sedema bûyerê jî hêj nayê zanîn.”

Sîrûs Sadiqî got jî ku hewldanên hêzên polîs û asayîşê ji bo naskirina kujer an kujerên vê bûyerê berdewam in û dê raya giştî ji nûçe û agahiyên nû yên derbarê wê bûyerê de bên agahdarkirin.

Sadiqî her wiha got: “Di torên civakî de zanyariyên derbarê birîndarbûna 2 kesên din di wê bûyerê de belav bûne, ku bi zelalî nayê zanîn û raporta hêzên polîs heta niha ew e ku di wê bûyerê de kesekê canê xwe ji dest daye û bi zelalî hatiye zanîn. Hêj hûrgilî û sedema bûyerê nehatiye zelalkirin.”

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst