Doza Narîn Guranê: Tohmetbarekî din hat girtin

14-09-2024
RÛDAW
Nîşan Doza Kuştina Narînê Amed Gundê Çilûyê Salîm Guran R. Atasoy
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Tohmetbarê bi navê R. Atasoy doh careke din ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat desteserkirin û bi biryara dozgeriyê hat girtin.

Doza kuştina Narîn Gurana 8 salî li Dadgeha Amedê berdewam dike.

Hat zanîn ku doh tohmbetbarê bi navê R. Atasoyê 15 salî ku di çarçoveya lêpirsînê de hatibû berdan doh dîsa hat desteserkirin.

R. Atasoy, piştî îfadeyê sewqî Dadgha Amedê hat kirin û piştî îfadeya li dozgeriyê hat girtin.

Li gorî zanyariyan tevî R. Atasoy 11 kes bi biryara dozgeriyê hatine girtin.

Narîn Guran 21ê Tebaxê li gundê Çilûyê yê Amedê winda bûbû û 8ê Îlonê termê wê di çemê gund de hatibû dîtin.

Serdozgeriya Komarê ya Amedê lêpirsîna li ser dozê didomîne.

Dêya Narînê Yuksel Guran (44), kekê wê Enes (18), apê wê Fuat Guran (41), pismamê wê Muhammet Kaya (23), dotmama wê Bîrsen Guran (19), jinapa wê Maşallah Guran (46), hevjînê metika wê Mehmet Şevket Kaya û Mehmet Selîm Atasoyê (40) ku karkerê apê wê Salîm Guran e û herî dawî R. Atasoyê 15 salî hat girtin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst