Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê du otomobîl li hev qelibîn û di ecamê de 10 kes birîndar bûn.
Li ser rêya di navbera Riha - Dîlokê de îro otomobîla R.Ç. diajato û otomobîla M.A. diajot li hev qelibîn.
Di qezayê de 10 kes birîndar bûn ku rewşa yekê dijwar e.
Tê gotin ku di nava birîndaran de zarok jî hene.
Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û cendirme çûn cihê qezayê.
Tîmên tenduristiyê birîndar bi ambulansan veguhastin nexweşxaneyên bajêr.
Li gorî agahiyan rewşa tenduristiyêbirîndarekî xirab e.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse