Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Dêrsimê ya Bakurê Kurdistanê ji ber baranên zêde herikîna Çemê Munzurê xurtir bû.
Çemê Munzurê parçeyên daran, bermahiyên nebatan û madeyên reş ên wekî axê bi xwe re anîn û ava çem reş bû.
Ev bermahî li peravên gola bendavê kom bûn.
Dîmena çem û gola bendavê guherî
Baranên tund ên li herêmê bûn sedem ku asta ava çeman bilind bibe.
Ev yek bi taybetî li Çemê Munzurê hat dîtin.
Avê qirş û qal, bermahî û madeyên reş bi xwe re kaş kirin.
Avê ew bermahî heta gola bendavê birin.
Piştî baranan ev qirêjî û bermahî li qeraxa avê kom bûn.
Bi kombûna van bermahiyan re dîmena xwezayî ya derdora çem û gola bendavê bi temamî guherî.



