Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Bedlîsê ya Bakurê Kurdistanê bi beşdariya 100 mamosteyî li Parka Neteweyî ya Kalderaya Nemrûdê meşeke xwezayê û bernameyeke perwerdeyê hatin lidarxistin.
Bernameya ku Birêvebiriya Perwerdeyê ya Bedlîsê pêşengiya wê dikir li lûtkeya Çiyayê Nemrûdê dest pê kir.
Mamosteyên ku nêzîkî 10 kîlometreyan meşiyan, li beravên Gola Kraterê ya Nemrûdê meşa xwe bi dawî kir.
Beşdaran li vê derê alaya Tirkiyeyê vekir û wêneyê bîranînê girt.
Armanc xurtkirina yekitî û piştgiriyê ye
Birêvebirê Perwerdeyê yê Bedlîsê Tayfun Ozyolcuyê ku beşdarî meşa sirûştî bûbû, diyar kir ku armanca wan ji vê çalakiyê xurtkirina yekitî û piştgiriya di nav civata perwerdeyê de ye.
Tayfun Ozyolcu bal kişand ser girîngiya danasîn û parastina bedewiyên sirûştî yên Kalderaya Nemrûdê û got:
"Wekî civata perwerdeyê em îro bi malbata xwe ya perwerdeyê û hevpîşeyên xwe re li Kalderaya Nemrûdê hatin ba hev. Em bi taybetî dixwazin ku ev herêma bêhempa wekî parka neteweyî hatiye ragihandin, li seranserê welêt bê naskirin û ziyaretkirin.
Wekî civata perwerdeya neteweyî em hemû hevpîşe û welatiyên xwe vedixwînin dîtina van bedewiyan."
"Meşa li Kalderaya Nemrûdê girîng e"
Birêvebirê Navenda Perwerdeya Pîşeyî ya Tetwanê Muhammet Zaid Dogru jî diyar kir ku meşa li Kalderaya Nemrûdê ji bo danasîna bedewiyên sirûtî yên herêmê girîng e û wiha pê de çû:
"Em bi hejmareke zêde ya birêvebir û hevalên xwe yên mamoste re beşdarî vê çalakiyê bûn. Çalakiya ku li vê devera wekî nîgara xwezayê hat lidarxistin gelekî xweş bû."
Çalakiya wan 4 saetan ajot
Mamoste Maral Sayilganê jî anî zimên ku meşa wan a xwezayê nêzîkî 4 saetan ajotiye û axaftina xwe wiha qedand:
"Em li derdora wan golên kraterê yên ku ava wan germ û sar e, geriyan. Di nav xwezayê û di bin dengê çûkan de çalakiyeke gelekî xweş çêbû."



