Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Tatosê ya parêzgeha Erziromê ya Bakurê Kurdistanê barhilgirek qelibî û di qezayê de 130 serî pez mirar bûn.
Bûyer li herêma Goma Qasê çêbû.
Vê barhilgirê ji bo zivistanê 300 serî pez dibirin navçeya Sêweregê ya Rihayê.
Lê şofêr di virajekê de kontrola barhilgirê ji dest da û barhilgir wergeriya.
Di qezayê de 130 serî pez mirar bûn.
Xwediyê ajelan li ser bûyerê axivî û îdia kir ku qeza ji ber pîqapekê çêbûye.
Li gorî gotina xwediyê ajelan, pîqapekê di virajê de bi awayekî xelet hewl daye ji barhilgirê derbas bibe.
Xelkê herêmê û şofêran dan zanîn ku viraja li herêma Goma Qasê gelekî xeternak e.
Li gorî gotina wan, berê jî li heman cihî gelek qezayên din çêbûne.
Piştî agahdarkirinê, hêzên ewlehiyê çûn cihê bûyerê.
Hêzên ewlehiyê li ser qezayê dest bi lêpirsînê kir.



