Hevserokê DBPyê yê Îslahiyeyê hat girtin

13-12-2023
RÛDAW
Nîşan DBP Îslahiye Zekî Manas
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ê navçeya Îslahiyeyê ya Dîlokê Zekî Manas bi biryara Dadgeha Semsûrê hat girtin.

Tîmên Fermandariya Cendirmeyan a Semsûrê doh di çarçoveya biryara Serdozgeriya Komarê ya Semsûrê de bi hinceta “alîkariya PKKyê” Hevserokê DBPê yê Îslahiyeyê Zekî Manas desteser kir.

Cendirmeyan Zekî Manas ji bo karên îfadewergirtinê bir Fermandariya Cendirmeyan a Semsûrê.

Tîmên ewlehiyê piştî karên îfadeyê Manas veguhast Dadgeha Semsûrê.

Dadgeha Semsûrê îro derbarê Manas bi hinceta “endamtiya PKKyê” biryara girtinê da.

Hêzên ewlehiyê yên Tirkiyeyê Manas veguhast Girtîgeha Rihayê.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, hêzên ewlehiyê rojane bi ser malan de digirin û bi “hinceta PKKyê” xelkê sivîl, çalakvan û siyasetmedarên Kurd desteser dikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst