Fehmîde Huseynî: Metirsî li ser canê me heye

13-07-2024
Mehmed Salih Bedirxan
Reşad Mihemedî û Fehmîde Huseynî
Reşad Mihemedî û Fehmîde Huseynî
Nîşan Fehmîde Huseyî Tirkiye Îran
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Rojnamger Fehmîde Huseynî eşkere kir ku daxwaza wan a penaberiyê hat redkirin û eger bên dersînorkirin metirsî li ser canê wan heye.

Daxwaza parastina statuya demkî ya rojnamegerên Kurd Reşad Mihemedî û Fehmîde (Ejîn) Huseynî hat redkirin.

Fehmîdê Huseyniyê bi rêya peyameke dengî ji Kampa Pehlivankoy a Kirkklareliyê ji Rûdawê re nameyeke dengî şand.

Fehmîde Huseyniyê da zanîn ku ji meha adara îsal ve ew li Kampa Pehlivankoyê ne û dadgehê 2 caran daxwaza wan a parastina statuya demkî red kiriye.

Fehmîdê Huseyniyê di berdewamiya peyama xwe jî de da zanîn ku herî dawî doh careke din ew daxwaza wan hatiye redkirin.

Li gorî gotina Fehmîde Huseyniyê metirsî heye Tirkiye wan radestî Îranê bike û eger bên radestkirin metirsî li ser jiyana wan heye.

“Daxwaza me ya penaberiyê hat redkirin”

Fehmîdê Huseyniyê di berdewamiya peyama xwe jî de wiha got:

“Ez Fehmîde Huseynî me tevî hevjînê xwe Reşad Mihemedî em çalakvanên mafên mirovan û rojnamegerên Rojhilatê Kurdistanê ne.

21ê Adarê ji aliyê polîsê Tirkiyeyê ve hatin desteserkirin.  Em hefteyekê li girtîgehê man û piştre jî em şandin Kampa Pehlîvankoyê ya Kirklareliyê.

Biryara dersînorkirina me ya ji bo Îranê hat derxistin lê belê li ser hemû hewlên parêzerê me biryara dersînorkirina me bi awayekî demkî hat ragirtin.

2 caran dadgehê biryara dersînorkirina me dabû.

Ev 4 meh e em li kampê ne. Doh ji aliyê parêzerê xwe em hatin agahdarkirin ku daxwaza me ya penaberiyê hatiye redkirin.

Ji aniha ve metirsiya dersînorkirinê li ser me heye. Ev kamp kampa dersînorkirinê ya navendî ye. Rewşa derûniya me baş nîne.

Eger em radestî Îranê bên kirin metirsî li ser canê me heye.

Em ji hemû medyakaran alîkariyê dixwazin da ku bibin dengê me û em ji rêxistinên mafên mirovan dixwazin me biparêzin û rêliber dersînorkirina me bigirin. “

Rûdawê li ser dosyaya Fehmîde Huseynî û Reşad Mihemedî bi parêzerê wan Bulent Arar re axivî.

Bulent Arar eşkere kir ku hewlên wî yên yasayî berdewam dikin û ew naxwaze li ser dosyayê zêdetir zanyariyan bide.

Çi bûbû?

Rojnamegerên Kurd Reşad Mihemedî û Fehmîde  Huseynî bi hinceta bi “awayekî neyasayî” derbasî Tirkiyeyê bûne li parêzgeha Çanakaleyê hatibûn girtin û li Kampa Pehlîvankoyê ya Kirklareliyê hatibûn bicihkirin.

Di kanalên Tishk Tv û KURD Kanalê de kar kirine

Reşad Mihemedî û Fehmîdê Huseynî 5 salan li kanalên televîzyonê yên wekî Tishk Tv û KURD Kanalê yên Rojhilatê Kurdistanê kar kirine û hevjînên hevdû ne.

Reşad Mihemedî di beşên karên teknîkî û Fehmîdeyê (Ejîn) Huseynî jî di televîzyonan de wekî bêjer kar kiriye.

Fehmîde û Reşad ji bajarê Merîwanê yên Rojhilatê Kurdistanê ne.

Fehîme Huseyniyê 18ê Îlona 2022yan de li Ofîsa Penaberan a Neteweyên Yekbûyî ya li Herêma Kurdistanê daxwaza penaberiyê kiriye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst