Li Soranê kesek ji ber teqîna mayinê mir

13-03-2025
RÛDAW
Nîşan Mihemed Hesen Soran Mayîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li sînorê Îdareya Serbixwe ya Soranê, welatiyekî ku ji bo giyayên biharê çûbû çiyê mayin pê de teqiya û canê xwe ji dest da.

Berdevkê Parastina Sivîlan a Soranê Raîd Rewend Mexdîd li ser bûyerê Rûdawê re axivî:

Raîd Rewend Mexdîd got, "Bûyer îro li Çiyayê Roleyê çêbûye, ew herêma ku mayin lê teqiyaye herêmeke mayînkirî ya kevn e."

Welatiyê canê xwe ji dest daye navê wî Mihemed Hesen e û 67 salî ye.

Her wiha Rewend Mexdîd got, "Li gorî agahiyên destpêkê, ew hevwelatî ji bo komkirina giyayên biharê berê xwe dabû Çiyayê Rolê."

Tîmên Parastina Sivîlan ji bo anîna termê Mihemed Hesen çûne cihê bûyerê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst