Hewlêr (Rûdaw) - Birêvebirê Tomara Rewşa Kesî ya parêzgeha Sineyê ragihand ku di nav salekê de zêdetirî 17 hezar zarokan li parêzgehê ji dayîk bûne ku 336 ji wan cêwî ne.
Her wiha diyar kir ku di wê demê de zêdetirî 3 hezar û 800 hevjîn ji hev veqetiyane.
Birêvebirê Tomara Rewşa Kesî ya parêzgeha Sineyê ya Rojhilatê Kurdistanê Elî Cokar amarên salane (ji 21ê Tebaxa 2025an heta 21ê Tebaxa 2026an) belav kirin.
Elî Cokar ragihand ku di wê demê de 17 hezar û 69 zarok li parêzgehê ji dayîk bûne.
Li gorî amarên fermî, ji wan zarokan 8 hezar û 852 kur û 8 hezar û 217 jî keç in.
Cokar destnîşan kir ku li navendên tenduristiyê yên Sineyê 336 cêwî û 13 sêyane hatine tomarkirin.
Birêvebirê Tomara Rewşa Kesî ya Sineyê li ser rewşa malbatî eşkere kir ku 9 hezar û 742 zewac çêbûne û li hemberî vê yekê, 3 hezar û 814 hevjîn ji hev veqetiyane.
Elî Cokar ragihand ku di heman demê de 8 hezar û 562 kes li parêzgehê mirine ku ji wan 5 hezar û 51 mêr û 3 hezar û 511 jî jin in.
Li gorî amarên fermî yên dawî, nifûsa parêzgeha Sineyê gihîştiye milyonek û 747 hezar û 445 kesan.



