Hewlêr (Rûdaw) - Serok Mesûd Barzanî ji bo koça dawî ya siyasetmedarê navdar Mehdî Zana peyameke sersaxiyê belav kir.
Siyasetmedarê Kurd û Serokê berê yê Şaredariya Amedê Mehdî Zana, îro li nexweşxaneya ku lê dihat dermankirin koça dawî kir.
"Têkoşerekî Kurd û kesayetiyekî niştimanperwer bû"
Serok Mesûd Barzanî di peyama xwe ya sersaxiyê de wiha got:
“Bi navê Xwedayê mezin û dilovan,
Bi xemgîniyeke mezin nûçeya koça dawî ya kesayetiyê niştimanperwer, têkoşerê Kurd û Serokê berê yê Şaredariya Amedê Mehdî Zana gihîşt min.
Ez sersaxî û hevxemiya xwe pêşkêşî malbata Kurdperwer û xebatgêr a Mehdî Zana û herwiha xwişka min a birêz Leyla Zanaya hevjîna Xwedê jêrazî Mehdî Zana, hemû kesûkar, dost û nasên wan dikim û xwe bi hevparê xema wan dizanim.
Ji Xwedayê mezin dixwazim ku giyanê Mehdî Zana bi bihuşta fireh şad bike û hedar û sebirê bide hemûyan.
Em ji Xweda hatin û em dê dîsa vegerin cem Xweda.”



