Hewlêr (Rûdaw) - Pêşangeha Avahîsazî, Avakirin, Şaredarî û Kahrebayê ya li Hewlêrê di roja xwe ya 4an de didome.
Di vê pêşangehê de ji parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê 14 şirket beşdar in.
Yek ji karsazên ji Amedê Baran Ozbay diyar kir ku ew dixwazin kargehên xwe bînin Herêma Kurdistanê.
Serokê Komîteya Birêvebir a şirketa Rain Decorê Baran Ozbay bû mêvanê bultena Rûdawê û pirsên Hêvîdar Zanayê bersivandin.
Baran Ozbay li ser planên şirketên Bakurê Kurdistanê agahî dan û got:
“Em dixwazin li bazarên Kurdistan, Hewlêr û Bexdayê mayînde bin.
Armanca me ne tenê danasîna berheman e, em dixwazin kargeh û sîstema xwe ya pîşesaziyê bînin vir.”
Karsazê ji Amedê her wiha eşkere kir ku wan li ser pêdiviyên bazarê lêkolîn kiriye û anî zimên:
“Niha ji Amedê 3 şirketên deriyan û çend şirketên alumînyumê hatine.
Em li vir şirîkatiyên nû ava dikin û bazirganiyeke demdirêj dest pê dike.”
Pêşangeh dê 4 rojan berdewam bike û ji 20 welatên cuda 450 şirketên navxwe û biyanî beşdar in.
Şirketên ji Çîn, Hindistan, Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bi rêjeyeke zêde berhemên xwe nîşan didin.
Ji Herêma Kurdistanê jî 70 şirket di pêşangehê de cih digirin.
Tora Medyayî ya Rûdawê sponsora medyayî ya pêşangehê ye.
"Qebareya veberhênanê gihîştiye milyarek dolarî"
Serokê Desteya Veberhênanê ya Herêma Kurdistanê Mihemed Şukrî li ser mijarê ji Rûdawê re axivî û got:
“Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo şirketên biyanî kargehên xwe bînin vir gelek hêsankarî kirine.
Îsal tenê 105 destûrên veberhênanê hatine dayîn û qebareya veberhênanê gihîştiye milyarek dolarî.”
Beşdariya şirketan a ji Amedê ya di bin sîwana Herêma Pîşesazî ya Organîze de, wekî gaveke stratejîk tê dîtin.
Ev yek ji bo berfirehkirina hinartina ber bi Îraq û Herêma Kurdistanê ve gelekî girîng tê dîtin.


