Çarenivîsa 3 çiyagerên Rojhilatê Kurdistanê ne diyar e

13-01-2024
RÛDAW
Nîşan Rojhilatê Kurdistanê Nexde Çiyager Aşût
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - 15 tîmên çiyagerî û alîkar ji bo rizgarkirina 3 çiyagerên ku roja Înê li Çiyayê Rindoleyê yê nêzîkê bajarê Şino ketin bin aşûtê, çûn wî çiyayî.

5 endamên Grûpa Çiyagerî ya Kawayanê ya Nexedeyê roja Pêncşemê 11ê Kanûna Paşîna 2024an ji bo çiyageriyê çûn Çiyayê Rindole yê li navçeya Şinoyê ya ya parêzgeha Urmiya Rojhilatê Kurdistanê.

Roja Înê aşût bi ser wan de hat.

Bi dehan çiyager, welatiyên din û karmendên fermangehên hikûmî wekî Heyva Sor a Bajarê Şinoyê çûn Çiyayê Rindole da ku çiyageran rizgar bikin.

2 kes ji wan roja Înê hatin rizgarkirin lê ji ber sir seqemê û rewşa xirab a keşûhewayê nikarîn hemû çiyageran rizgar bikin.

Endamê Grûpa Çiyagerî ya Kawayanê ya Nexedeyê û yekem kesê rizgarbûyî Mubîn Cismî derbarê wê bûyerê de got:

“Demjimêr 06:30ê serê sibehê, me çadirên xwe kom kirin û demjimêr nêzîkî 08:30 deqe bû ku aşût bi ser me de hat.

Dema min temaşe kir, min dît ku aşût hat, tiştekî din nayê bîra min.  Bi awayekî min destê xwe ji bin berfê derxist û derketim. Nêzîkî du-sê saetan li yên din geriyam lê mixabin dîsan aşût hat.”

Piştî Mubîn Cismî, endamekî din ê Grûpa Çiyagerî ya Kawyanê Selam Behmenyar hat rizgarkirin û tîmên Heyva Sor a Şinoyê ew birin Beşa Hewarçûnê ya Nexweşxaneya wî bajarî.

Berpirsê Tenduristiya Bajarê Şinoyê got ku tenduristiyan wan her du çiyageran baş e lê tîmên tenduristiyê Mubîn Cismî ji bo pişkinîna zêdetir bir Urmiyê.

Qeymeqamê Bajarê Şino Elî Turabî jî vê sibê got:

“15 grûpên çiyagerî ku ji bajarên din hatine Şinoyê, hewl didin hersê çiyagerên din bibînin.”

 Li gorî Qeymeqamê Şino, ji ber barîna berfê û bayê dijwar, derfeta bihewarveçûna asmanî nîne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst