PSK: Divê Erdogan ji Kurdan daxwaza lêborînê bike

1 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) Recep Tayyîp Erdogan Tayînkirina Qeyûman
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) diyar kir ku divê Erdogan ji Kurdan daxwaza lêborînê bike.

Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) di daxuyaniyekê de ji ber gotinên ku derbarê serokên şaredariyan de gotine bangî Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan kir ku ji Kurdan daxwaza lêborînê bike.

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan berî çend rojan di civîna fraksiyona partiya xwe de li ser tayînkirina qeyûman axivîbû û ji bo serokên şaredariyan gotibû:

"Ne serokên hilbijartî ne, tîpên nediyar in ku ji aliyê rêxistinê (PKK) ve hatine tayînkirin."

Karvedanên li dijî gotinên Erdogan berdewam in.

Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) di daxuyaniyekê de nerazîbûn li hemberî gotinên Recep Tayyîp Erdogan nîşan da û bangî Erdogan kir ku ji ber wan gotinan daxwaza lêborînê ji Kurdan bike.

PSKyê di daxuyaniya xwe de amaje bi gotinên Serokkomarê Tirkiyeyê da û got:

“Serokkomar Erdogan ku ji bîr dike serdemekê Kemalîstan jî heman sivikatî bi oldaran dikirin.

Piştî ku hatiye ser desthilatê bûye zalim, bi vê gotina xwe ne tenê sivikatiyê bi serokên şaredariyan ên ku qeyûm li şûna wan hatine tayînkirin dike, di heman demê de sivikatiyê li hemû Kurdan dike û îradeya wan a ku bi dengên xwe diyar kiriye bin pê dike.

Divê Serokkomar Erdogan ji Kurdan daxwaza lêborînê bike.”

4ê Çiriya Paşîn bi biryara Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê qeyûm tayînî şaredariyên Mêrdîn, Êlih û Xelfetiyê yên Bakurê Kurdistanê hatin kirin.

Ji wê rojê ve li seranserî Bakurê Kurdistanê û hinek bajarên Tirkiyeyê xwepêşandan û nerazîbûna gel li dijî tayînkirina qeyûman didomin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst