Dîmenên nû yên êrişa Hemasê: Êrişî otomobîleke sivîl dikin û derbasî nav gund dibin

11-10-2023
RÛDAW
Nîşan Îsraîl Hemas Kibbutz Beerî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Dîmenên nû yên ji kêliyên ku çekdarên Hamasê li ber deriyê gundê Kibbutz Beeriyê êrişî otomobîleke sivîl dikin derketin holê.

Çekdarên Hemasê, roja şemiyê ketin gundê Kibbutz Beeriyê yê Îsraîlê.

Dîmenên ku çekdarên Hemasê ketine gund hatin parvekirin.

Di dîmenan de tê dîtin ku 2 çekdarên Hemasê hewl didin ku bikevin gund lê deriyê ewlehiyê venabe.

Piştî çend xulekan otomobîleke sivîl tê û derî vedike. Çekdarên ku di kemînê de bûn, êrişî otomobîlê dikin û piştî kuştina kesên di otomobîle de derbasî nav gund dibin.

Grûpên bi pêşengiya Hemasê 7ê Çiriya Pêşîn li hemberî Îsraîlê dest bi êrişeke bi navê “Tofana Eqsayê” kir.

Yek ji deverên ku ewil êrişa Hamasê lê çêbû gundê Kibbutz Beeriyê yê li herêma Eşkolê bû.

Di dîmenan de tê dîtin ku çekdarên ku çekên giran dihilgirin dîwarê ewlehiyê yê di navbera Îsraîl û Xezeyê de derbas dikin.

Piştî dîwar derbas dikin, di nîv demjimêrê de bi motorsîkletan diçin gundê Kibbutz Beeriyê.

Di dîmeneke din de jî xuya dike ku çekdaran bi ser gund de girtiye 5 sivîl dîl girtine.

Li gorî CNNê, cenazeyê 4 dîlan hatine dîtin.

Li gorî kanaleke televizyonê ya Îsraîlê, dîlên ku di aşxaneyeke Kibbutz Beeriyê de dihatin girtin piştî 18 demjimêran hatine rizgarkirin.

Li aliyê din, tê gotin ku 50 sivîlên din jî di odeyekê de dîl hatine girtin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst