Di şerê navbera du malbatan de 2 bira hatin kuştin

11-07-2023
RÛDAW
Nîşan Kirmaşan Şerê Malbatan Kuştin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li gundekî ser bi Kirmaşan a Rojhilatê Kurdistanê ve bi sedema nakokiyên li ser erdê, di navbera du malbatan de şer çêbû û di encam de 2 kes hatin kuştin û 9 kes jî birîndar bûn.

Rêveberê Polîsê Kirmaşanê, Mehdî Haciyan roja Duşemê ji medyayên Îranê re ragihandiye, “li gundê Miyane yê ser bi navçeya Serfîrozava ya parêzgeha Kirmaşanê ve, di navbera du malbatan de ji ber nakokiyên li ser erdê şer derketiye û her du aliyan di şer de demançe bikar anîne.”

Rêveberê Polîsê Kirmaşanê diyar kiriye, “dema hêzên me gihîştine cihê şer, dîtin ku 16 endamên du malbatan ji ber nakokiyên li ser erdê çeper li hev girtine û guleyan li hev direşînin.”

Mehdî Haciyan tekez kiriye, hêzên polîs destwerdan kirine û dawî li şerê her du malbatan anîne.

Bi gotina Rêveberê Polîsê Kirmaşanê, 11 birîndarên şer bo nexweşxaneyên bajêr hatin veguhastin, lê du ji birîndaran ji ber giraniya birînan, di rê de jiyana xwe ji dest dan.

Li gor agahiyan, du kesên ku jiyana xwe ji dest dane birayên hev in.

Polîsê Kirmaşanê têkildarî şer fermana girtina 14 kesan daye ku hejmarek ji wan hatine desteserkirin.

Rêveberê Polîsê Kirmaşanê destnîşan kir, “ji bo dîtina kujerên her du birayan lêpirsînê hatiye destpêkirin û kesên gumanbar dê bo dadgeha Kirmaşanê bên şandin.”


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst