Hewlêr (Rûdaw) - Li Wana Bakurê Kurdistanê, di encama bûyereke hatinûçûnê de 12 koçberan jiyana xwe ji dest dan û 20 kes jî birîndar bûn.
Şeva derbasbûyî li nêzikî gundê Yumakli ê ser bi navçeya Bêgir a Wanê ve, mînîbûsa ku koçberên neyasayî tê de bûn, ji rê derket û wergeriya.
Li ser agahdarkirina xelkê, hejmareke zêde ya tîmên tendirustî, hawarçûn û cendirme bo cihê bûyerê hatin veguhastin.
Piştî ku ew mînîbûs ji rê derket û wergeriya, şewat jî tê de derket û li gor zanyariyan di encama bûyerê de 6 kesan ji ber şewatê, bi giştî 12 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Herwiha di encama bûyerê de 20 koçber jî birîndar bûn û ew kes jî bo nexweşxaneyên navçeyên Bêgir û Erdîşê hatin veguhastin.
Fermandarê Cendirme li Wanê Yuksel Yîgît, Qaymeqamê Bêgirê Erkan Savar û Fermandarê Cendirme li Bêgirê Evren Kaptan jî gihiştin cihê bûyerê û zanyarî wegertin.
Derbarê bûyerê de lêpirsîneke berfireh hat destpêkirin.
Ev bûyer di demekê de ye ku hejmareke zêde ya koçberên ji welatên wek Efxanistan, Pakistan û welatên din, berê xwe didin Wanê bo ku derbasî deverên din ên Bakurê Kurdistan û Tirkiyê bibin.
Her ji ber vê sedemê heta niha ji ber bûyerên ciwayaz bi dehan koçberan li sînorîn parêzgaha Wanê jiyana xwe ji dest dane.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse