Hewlêr (Rûdaw) – Piştî du salan Parlamentoya Kurdistanê dîsa çalak bû, Dîwana Serokatiyê daxwaz ji komên meclîse kir ku ji bo temamkirina pêvajoya siyasî namzedên xwe ji bo komîsyonê diyar bikin.
Sekretera Parlamentoya Kurdistanê Mûna Qehwecî saet 12:00an bû mêvana bultena Rûdawê û pirsên Senger Abdulrahman ên li ser xebatên serdema nû bersivandin.
Mûna Qehweciyê diyar kir ku parlementoyê dest bi xebatên xwe kiriye û got, ji bo avakirina komîsyonên daîmî di hefteya bê de xebat dê werin kirin.
Qehweciyê eşkere kir, bêyî ku li beşdariya rûniştina yekem were nihêrîn wan bangî hemû komên di parlamentoyê de kiriye û got:
“Me ji hemû fraksiyonên li Parlamentoya Kurdistanê xwest ku namzedên xwe diyar bikin.
Armanca me ew e ku em di dema herî kurt de rûniştina duyem a parlamentoyê ji bo hilbijartina komîsyonên daîmî pêk bînin.”
Qehweciyê anî ziman ku heta niha ji ti komên siyasî reaksiyoneke fermî ya ku dibêje “em ê endaman nedin komîsyonê” nehatiye dayîn û diyar kir ku wekî Dîwana Serokatiyê ew li bendê ne ku hemû alî agahiyê bidin.
Hilbijartina Serokê Herêma Kurdistanê û girîngiya Komîsyona Yasayî
Qehweciyê bal kişand ser wê yekê ku komîsyonên daîmî bi taybetî jî komîsyona yasayî di warê rêya pêvajoya siyasî de xwedî roleke krîtîk in û wisa got:
“Di vê qonaxê de komîsyona herî girîng, komîsyona yasayî ye.
Ji bo temamkirina pêvajoya siyasî û hilbijartina Serokê Herêma Kurdistanê bi awayekî li gorî qanûnan pêdivî bi vê komîsyona pispor heye”
Qehweciyê diyar kir ku pêvajoya hilbijartina Serokê Herêma Kurdistanê bi avakirina komîsyoneke qanûnî ve girêdayî ye.
Piştî ku ev komîte dest bi erka xwe bike dê pêvajoya serlêdana namzediyê dest pê bike û kurtejiyana namzedan dê ji bo lêkolînê rasterast ji vê komîteyê re bên şandin.
Serokatiya Dîwanê bêalî ye
Qehweciyê her wiha têkildarî helwesta Dîwana Serokatiya Parlamentoyê jî got:
“Dîwana Serokatiya Parlamentoya Kurdistanê mîna serdemên berê di vê serdemê de jî her dem helwesteke bêalî nîşan daye û wê ev bêalîbûna xwe biparêze.”
Hişyariya rêziknameyî ji bo parlamenterên ku tevlî rûniştinan nabin
Sekretera Parlamentoya Kurdistanê her wiha bal kişand ser mijara ku hinek parlamenter boykota rûniştinên parlamentoyê dikin an jî bê hincet tevlî nabin qaîdeyên rêziknameyî bi bîr anî.
Mûna Qehweciyê hişyarî da û got:
“Li gorî rêziknameya Parlamentoya Kurdistanê, parlamenterên bêyî ku hincet û sedemeke derbasdar tevlî 3 rûniştinên li pey hev nebin xala têkildar a rêziknameyê li ser wan were bikaranîn.
Em hevî dikin ku rewş neçe vê astê.”
Qehweciyê bal kişand ser wê yekê ku tevlîbûna Parlamentoyê çi di baskê desthilatê de çi jî di baskê mixalefetê de bin erka sereke ya hemû parlamenteran e û got:
“Parlamenteran soz dane dengdêrên xwe ku ew ê bixebitin û xizmetê bikin.
Pêwîst e vê berpirsyariyê bi cih bînin.”

