Hewlêr (Rûdaw) - Bafil Talebanî ragihand ku ew wekî YNKyê rûniştina
Parlamentoya Kurdistanê nas nakin û ji hikûmetê vedikişin.
Bafil Talebanî her wiha got, "Me soz daye ku em nehêlin
dilopek xwîn jî birije."
Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî
li ser çalakbûna Parlamentoya Kurdistanê daxuyaniyek da.
Daxuyaniya Bafil Talebanî piştî civîna Encumena
Serkirdayetiya YNKyê ya li Silêmaniyê hat.
Ev helwest rojekê piştî rûniştina Parlamentoya Kurdistanê ya
li Hewlêrê hat ku bi beşdariya 52 parlamenterên Partiya Demokrat a Kurdistanê
(PDK) û aliyên din, Desteya Serokatiya Parlamentoyê hatibû hilbijartin.
Li gorî agahiyên Tora Medyayî ya Rûdawê, piştî biryara
vekişînê, Alîkarê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî û tîma YNKyê ya
di hikûmetê de dê ofîsên xwe yên li Hewlêrê biterikînin û vegerin Silêmaniyê.
Bafil Talebanî li ser avakirina hikûmetê anî zimên:
"Her carê ku bipêşketinek çêbûbe, hatiye têkdan.
Serkirdayetiya partiyê desthilat daye min ku ez biryaran
bidim.
Ji vê kêliyê ve em ji vê hikûmetê vedikişin.
Em dê hemû hêza xwe bi kar bînin da ku çi ji bo xelkê herêma
me pêwîst be em ji wan re bikin."
"Em nahêlin dilopek xwîn birije"
Serokê YNKyê xwest ku xelkê Herêma Kurdistanê neyê tirsandin
û wiha pê de çû:
"Wekî YNKyê em nahêlin dilopek xwîna xelkê Kurdistanê
birije."
Piştî civîna parlamentoyê, PDKyê ragihandibû ku rûniştina
parlamentoyê ne serkeftin an jî têkçûna ti aliyan e, serkeftina gelê Kurdistanê
ye.
Rûniştina parlamentoyê ya piştî 2 salan
Rûniştina Parlamentoya Kurdistanê piştî zêdetirî 2 salan a
di ser hilbijartinên parlamentoyê yên sala 2024an re pêk hat.
Îro jî konsul û nûnerên welatan çûn serdana parlamentoyê.
Seroka nû ya Parlamentoya Kurdistanê Dr. Vala Ferîdê diyar
kir ku çalakkirina parlamentoyê ji bo parastina statuya destûrî ya Herêma
Kurdistanê gaveke pêwîst bû û ne li dijî ti hêz û aliyên siyasî ye.
Dr. Vala Ferîdê her wiha destnîşan kir ku 2 sal derengketina
vê pêvajoyê metirsî li ser mayîna statuya Herêma Kurdistanê çêkiribû.



