Hewlêr (Rûdaw) - Li ser rêya Kerkûk û Hewlêrê erişeke çekdarî li ser karmendên ewlehiyê yên rafîneriyeke petrolê hat kirin û di encamê de kesek mir û 3 kes jî birîndar bûn.
Li nêzîkî xala kontrolê ya Daremanê ya li ser rêya sereke ya Kerkûk-Hewlêrê ji aliyê kesên motorsîkletî ve êrişeke çekdarî li ser şirketeke petrolê hat kirin.
Li gorî agahiyên nûçegihanê Rûdawê Herdî Mihemed êriş li sînorê gundê Daremanê li ber deriyê rafîneriya petrolê ya bi navê “Sakr-el Asî” ku bi qasî 400 metreyî dûrî xala kontrolê ye pêk hatiye.
Êrişkarên rûgirtî reviyan Kanî Domelanê
Li gorî agahiyên ku Rûdawê ji çavkaniyên ewlehiyê bi dest xistine, du kesên ku cilên reş li xwe kiribûn û rûyên wan girtî bûn, bi motorsîkletê çûn ber deriyê şirketê û gule reşandin.
Êrişkaran berî ku hêzên ewlehiyê bersivê bidin, bi lez ji cihê bûyerê dûr ketin û ber bi girê Kanî Domelanê ve reviyan.
Cenazeyê karmendê ku miriye rakirin tiba edlî
Karmendên ewlehiyê yên ku hatin armancgirtin Kurd bûn, Rizgar Qadirê ku gule li serê wî ket, bi giranî birîndar bû.
Rizgar Kadir rakirin nexweşxaneyê lê tevî hemû midaxeleyan nehate xilaskirin û mir.
Cenazeyê Rizgar Qadir ji bo karên otopsiyê rakirin Saziya Tiba Edlî ya Kerkûkê.
Tedawiya her sê kesên birîndar berdewam dike.
Her piştî bûyerê artêşa Îraqê, polîsên federal û tîmên lêkolînê ber bi cihê bûyerê ve çûn û tedbîrên ewlehiyê yên berfireh girtin.
Hêzên ewlehiyê ji bo nasnameya êrişkarên ku reviyane diyar bikin û wan bigirin, dest bi lêkolîna kamerayên ewlehiyê yên li herêmê kirin.


