URMIYE – 4 otomobîl li hev qelibîn: 7 mirî, 9 birîndar

10-11-2023
RÛDAW
URMIYE – 4 otomobîl li hev qelibîn: 7 mirî, 9 birîndar
URMIYE – 4 otomobîl li hev qelibîn: 7 mirî, 9 birîndar
Nîşan Urmiye Qeza
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li ser rêya Urmiye-Mêrgeverê ya Rojhilatê Kurdistanê 4 otomobîl li hev qelibîn.

Di encama qezayê de 7 kesan canê xwe ji dest da û 9 kes jî birîndar bûn.

Li ser rêya Urmiye- Mêrgeverê, nêzîkî gundê Rajanê ya parêzgeha Urmiyeyê 4 otomobîl li hev qelibîn.

Polîsên trafîkê yên Urmiyeyê heta niha li ser bûyerê agahiyên zêdetir belav nekirine.

Cîgirê Fermandariya Polîsên Çûnûhatinê yê Urmiyeyê Riza Penahî daxuyaniyek da çapemeniyê.

Riza Penahî ragihand ku li parêzgehê ji destpêka îsal ve qezayên trafîkê ji sedî 20 zêde bûne.

Riza Penahî herwiha eşkere kir ku ji Newrozê ve, 371 kesî di qezayên trafîkê de canê xwe ji dest daye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst