Gundek, jinek û jiyaneke bi tikîtenê: Şîlan ji tirsa diz û guran dernakeve

10-02-2025
RÛDAW
Şîlan Çakar berfa ber deriyê xwe paqij dike /Wêne: AA
Şîlan Çakar berfa ber deriyê xwe paqij dike /Wêne: AA
Nîşan Gever Şîlan Çakar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li gundekî vala yê navçeya Geverê ya parêzgeha Colemêrgê ya Bakurê Kurdistanê jinek bi tena serê xwe dijî.

Şîlan Çakara 50 salî, di vê zivistanê de li gundikê Gulankê yê Geverê bi tena serê xwe dijî.

Par piştî ku hevjînê Şîlanê mir û pê ve ew li vî gundî bi tena xwe dijî û ew behsa zehmetiyên tenêbûnê dike.

"Ez nikarim ji ber gur û dizan ji malê derkevim"

Şîlan Çakarê got, "Ev salek e ez bi tenê li vir dijîm. Kes di gund de nîne ez bi tena xwe me. Ez nikarim ji ber gur û dizan ji malê derkevim.

Ez nexweş dikevim nikarim biçim nexweşxaneyê, yan jî xwe bigihînim ser rê li otomobîlekê siwar bibim û biçim bajêr."

Ti çavkaniya dahatê ya Şîlanê tune û gelek caran xwarinê jî bi dest naxe.

Zivistanê di nav vê berfê de ew bi mehan bi tenê dimîne.

Şîlan ji rayedaran daxwaza alîkariyê dike.

"Ez her tim ji xwe re makarnayê çêdikim"

Şîlan Çakar wiha pê de çû "Ji bo pêdiviyên jiyanê jî ez nikarim biçim Geverê û kes jî ji min re tiştekî nayîne.

Ez her tim ji xwe re makarnayê çêdikim. Ti dahata min jî tune û ez bi tena serê xwe me. Ez dixwazim dewlet alîkariya min bike."

Berî 10 salan ev gund hatiye valakirin û hemû cîranên Şîlanê bar kiriye û çûne bajêr, ji wê demê ve ew û hevjînê xwe bi tenê li gund diman.

Piştî ku hevjînê wê jî nemaye jiyan ji bo wê gelekî zehmettir bûye. Li serê çiyayekî di nav gundekî vala de têkoşîna mayîna li jiyanê dide.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst