Ji bo Bakurê Kurdistanê hişyariya berfê

10-01-2024
RÛDAW
Nîşan Bakurê Kurdistanê Hişyarî Berf
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Ji bo çend bajarên Bakurê Kurdistanê hişyariya berfê hat dayîn.

Saziya Keşnasiya Tirkiyeyê ragihand ku ji sibe êvarê pê ve li Wan, Agirî û derdora wê û başûrê Mûşê û rojhilatê Sêrtê, li Bedlîs, Colemêrg û derdorên wan û rojhilatê Şirnexê berfeke zede tê payîn.

Li gorî texmînê berf dê roja yekşemê piştî danê êvarê dê tesîra xwe kêm bike.

Li Erdexan û Qersê berf barî û mij ket
Navenda Erdexanê ji berfê sipî bû û piştî berfê jî mij ket.

Li deverên bilind jî ji ber serma û seqemê jî cemed çêbû.

Li Qersê jî berf barî û rêya Dîgorê ji berfê sipî bû.

Li navçeya Qamuşanê berf û pûkê tesîra xwe nîşan da.

Welatî ji ber berfa zêde di jiyana rojane de zehmetiyen dibînin.

Ji ber berfa tê payîn ku li herêmê sê rojan li ser hev bibare, ji bo cemed û çûyîn û hatina otomobîlan hişyarî hat dayîn.

Her wiha ji bo metirsiya şepeyê jî hişyarî hat dayîn. 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst